YBŞ: ambargo û astengiyên PDK’ê rastî nerazîbûna gel tê

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê, diyar kir ku ambarho û astengiyên rayedarên PDK’ê yên li hember gelê Êzidî rastî nerazîbûna gel tê.

YBŞ: ambargo û astengiyên PDK’ê rastî nerazîbûna gel tê
 Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê, diyar kir ku ambargo û astengiyên rayedarên PDK’ê yên li hember gelê Êzidî rastî nerazîbûna gel tê.

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê, têkildarî ambargo û astengiyên PDK’ê yên li hember gelê Şengalê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ku hat gotin bi taybet piştî evqas komkujiyên gelê Êzidî pêre rû bi rû mane, nêzîkatiyeke wiha yekîtiya neteweyî asteng dike û wiha hat gotin,

“Gelê me yê Êzidî ku li Kurdistanê xwedî wate û girîngiyeke mezin e, bi sedê salan e bi gelek komkujiyan re rû bi rû hatiye. Piştî her komkujiyê rastî koç û sirgûneke mezin hatiye, li her cihê çûyê bi zextên çandî û olî re rû bi rû hatiye. Li hember van komkujiyên rû dane bi awayekî bêçare xwe kişandiye kakilê xwe. Lê; asta komkujiya dawî ya bi êrîşên hovane yên DAIŞ’ê li tevayî cîhanê dengvedaneke mezin vekiriye, li hember vê di serî de ciwanên Kurdistanê gelek ciwanên Êzidî li hember vê komkujiyê bi armanca wezîfeya parastinê pêk bînin vegeriyane nav Yekîneyên Berxwedanê yên Şengalê.

‘PDK RASTÎ NERAZÎBÛNA GEL TÊ’

Li ser vî esasî di serî de li hember ciwanên Şengalî yên ji bo welatê xwe yê dayik û bavan ji çeteyan rizgar bikin dixwazin tevlî nav refên me bibin û hatina gelê me ya Şengalê sê meh in bi hincetên cuda ji aliyê Hêzên Asayîşê yên girêdayî PDK’ê tên astengkirin. Ev nêzîkatî gelek caran ji aliyê fermandariya me ve hatiye rexnekirin û hatiye diyarkirin ku ev li hember yekîtiya neteweyî astengiyeke mezin e. Li hember van nêzîkatiyên ku ne mimkun e bên qebûlkirin, nerazîbûna Êzidiyên Kurdistanê her roj zêdetir dibe. Divê ev nêzîkatiyên ku ji aliyê fermandariya me ve nayên pejirandin, rayedarên PDK’ê tavilê terk bikin û dest ji wan helwestên ku rastî nerazîbûna gel tên berdin. Li ser vî esasî ji neyêniyeke ku di encama nerazîbûna gel de rû bide, fermandariya me ne berpirsyar e.”

Güncelleme Tarihi: 10 Şubat 2015, 23:17
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER