YPG: Li Kobanê 2 çete bi saxî hatin girtin

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di pevçûnên li herêma Kobanê de 2 çete tevî çekên xwe bi saxî hatine girtin. Navendê destnîşan kir ku li Til Temir jî 2 çete hatine kuştin.

YPG: Li Kobanê 2 çete bi saxî hatin girtin

Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê şer û pevçûnên 24 saetên dawî yên Kobanê û Til Temir de, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya ku di malpera fermî ya YPG’ê de hate weşandin de, derbarê pevçûnên li Kobanê de wiha hate gotin:

“Berxwedana Kobanê ya ku li hemberî hewldana dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê tê meşandinş ket roja 225’emîn.

Çeteyên DAIŞ’ê şevê din li rojhilatê Kobanê hewl dan ku êrîşek lidar bixin. Dema komên çeteyan dixwestin bikevin gundê Seferiyê yê li ser rêya Rutko, hêzên me bi wan hesiyan û êrîş birin li ser vê komê. Piştî mûdexaleya hêzên me, li qadê pevçunek demkurt hate jiyandin. Di encama vê pevçunê de 2 endamên çeteyan tevî çek û cebilxaneyên xwe bi saxî hatine desteserkirin. Çeteyên din ên di vê komê de neçar man ji qadê birevin.”

Di berdewama daxuyaniyê de têkildarî pevçûnên li herêma Cizîrê jî, ev agahî hatin dayîn:

“Pevçunên ku di navbera hêzên me û komên çeteyan de li ser sînorên rojavayê Kantona Cizîrê tên jiyandin, berdewam dikin.

Hêzên me şevê din li herêma Xerîta ya giredayî Til Temir, li hemberî komên çeteyan êrîşek lidar xistin. Di êrîşa ku çeteyên li gundê Mecdel hedef digirt de, qasî hatiy zelalkirin 2 endamên çeteyan hatine kuştin.

Dîsa şevê din li ser xeta sînor a başûre Til Hemis çeteyên DAIŞ’ê bi topên hewanan êrîşek lidar xistin. Hêzên me bi awayê pêwîst bersîva çeteyan dan.”

Güncelleme Tarihi: 28 Nisan 2015, 19:44
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER