Yuksekdag: Yekane garantiya aştiyê Ocalan û em in

Yuksekdag a di şeva piştevaniya bi HDP’ê re ya li Duisburgê de axivî got, “Xwediyê pêvajoya aştî û çareseriyê,yê di vê pêvajoyê de berpirsyartiya siyasî hilgirtiye û yekane garantiya aştiyê ya Tirkiye dixwaze Birêz Ocalan e û em in.”

Yuksekdag: Yekane garantiya aştiyê Ocalan û em in
Yuksekdag a di şeva piştevaniya bi HDP’ê re ya li Duisburgê de axivî got, “Xwediyê pêvajoya aştî û çareseriyê, yê di vê pêvajoyê de berpirsyartiya siyasî hilgirtiye û yekane garantiya aştiyê ya Tirkiye dixwaze Birêz Ocalan e û em in.”


Têkildarî xebatên hilbijartinê li bajarê Duisburg ê Elmanyayê şeva piştevaniya bi HDP’ê re hat lidarxistin. Şev ji aliyê ATÎF, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Duisburg û Dusseldorf, Komeleya Daricayiyan, Însiyatîfa Kurecîk, AGÎT, DÎDF û Freiforum ve hat organîzekirin. Şev li salona dawetê ya Duisburg Neukirchen Viyun Serhat2 bi tevlîbûna hezaran kesan pêk hat.

Şev bi deqeyek rêzgirtinê û stranên Koma Muzîkê ya Ciwanên Duisburg, Serhat û Dîlan destpê kir.

Di şevê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag axaftinek kir. Yuksekdag hilbijartinên 7’ê Hezîranê nirxand. Yuksekdag behsa komploya li Giyadînê kir û got, “Destpêkê li Giyadînê bi komployekê derketin pêşberî me. Binêrin li dinyayê rezîl bûn. Çawa komployên wan ên qirêj li Kobanê derketin holê, ku digotin Kobanê ha dikeve ha dikeve; lê ew bi xwe ketin û perîşan bûn.Li hemberî tevayî dinya û alemê hêzên komploger û çeteyên li Giyadînê jî derxistin pêşiya me teşhîr bûn. Tevayî hesabên wan ên qirêj derketin holê. Îro tevayî civaka Tirkiyeyê dizane kî siyaseta şîdet û zextê, kî demokrasî, azadî û çareseriyê diparêze.”

Yuksekdag di dewama axaftina xwe de got, “Me destûr neda pêvajoya aştî û çareseriyê hikûmeta AKP’ê bikar bîne, em ê nedin. Vaye ji ber vê dîn dibin, bila dînitiya wan dewam bike.” Yuksekdag anî ziman ku ti dibêjî qey xwediyê pêvajoya aştî û çareseriyê ew bûn û ew jî derketine ya rastî vegotine. Yuksekdag axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Xwediyê pêvajoya aştî û çareseriyê, yê di vê pêvajoyê de berpirsyartiya siyasî hilgirtiye û yekane garantiya aştiyê ya Tirkiye dixwaze Birêz Ocalan e û em in.”

Di şevê de, Çetîn Oraner, Cîhan Çelîk, Meral Peker, Celal Bayar, La Liberta, Ayşegul Erdogan, Haydar Erdogan, Ahmet Çaglar, Koma Rizgar û Evîna Sarya-Govend jî derketin dikê.

Güncelleme Tarihi: 27 Nisan 2015, 12:46
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER