'Zonguldak wê careke din bi HDP’ê ruhê şoreşgerî werbigire'

Li bajarê ku pirsgirêkên bêkarî û kanên qeçax hene, namzetên HDP’yî hêvî didin gel.

'Zonguldak wê careke din bi HDP’ê ruhê şoreşgerî werbigire'
 Li bajarê ku pirsgirêkên bêkarî û kanên qeçax hene, namzetên HDP’yî hêvî didin gel.

Li Zonguldak a demekê wek “paytexta kedê” bû, bi polîtîkayên AKP’ê re ket rewşa bajarê teqawît. Piştî meşa mezin a Madenvanan bajêr ji aliyê serweran ve bû hedef. Li bajêr ku pirsgirêkên bêkariyê û kanên qeçax hene namzetên HDP’yî ji bo çareserkirina pirsgirêkan hêvî didin gel.

Namzetên HDP’ê yên Zonguldak pirsgirêkên bajêr ji ANF’ê re nirxandin...

PIŞTÎ MEŞA MEZIN A MADENVANAN...

Namzetê HDP’ê yê Rêza Yekemîn ê Zonguldak Al îTopaloglu got ku jiyana wî ya siyasî beriya darbeya faşîst a 12’ê Îlonê destpê kiriye û got: "Ez salên beriya wê di nav refên DEV-YOL de bûm. Ez ji Artvînê me. Sala 1979’an ji ber aboriya malbatê ne baş bû, min dest ji dibistana hunerê berda û neçar mam bixebitim. Di 17 saliya xwe de ji Artvînê hatim vir di karê lêgerîna teknîk de xebitîm û heta teqawît bûm min ev kar dewam kir.” Topaloglu got ku di meşa mezin a madenvanan a sala 1990’î de cih girt, ji bo li Zonguldakê hin guhertinên diyar pêk bên û HDP li van herêman bê nas kirin ji HDP’ê bûye namzet.

Topaloglu bal kişand ser pêkhateya ekolojîst û çep-sosyalîst a HDP’ê û got, "Li Tirkiyeyê yekane partiya ku li hember xwarina kedê derkeve û tevayî kêmaran biparêze HDP e. Her wiha pirsgirêka aştî û ya Kurd ji bo min pir girîng e, lewma ez dibêjim pêwîst e HDP, di nav siyaseta Tirkiyeyê de cih bigire.”

WÊ RUHÊ ŞOREŞGERÎ YÊ ZONGULDAK CAREKE DIN BI HDP’Ê RE BÊ QEZENÇKIRIN

Topaloglu diyar kir ku Zonguldak berê wek “paytexta kedê” dihat bîranîn lê niha cihê ku herî zêde ked lê tê xwarine. Topaloglu axaftina xwe wiha domand: “Zonguldak di aliyê hawirdorê de bajarekî pir qirêj e. Dîsa çêkirina santralên termîk di rojevê de ne. Em destpêkê bi van pirsgirêkan re mijûl bibin. Wê ruhê şoreşgerî yê Zonguldak careke din bi HDP’ê re bê qezençkirin.”

'EM WEK JIN Û CIWAN BI GUMAN IN'

Namzeta HDP’ê ya Rêza Duyemîn Îsmîhan Yaşar jî bal kişand ser helwesta HDP’ê ya têkildarî jinan û got ku keda jinê bi awayekî hê berbiçav bûye rastiyek. Yaşar wiha axivî: "Em wek jin û ciwan bi guman in. Pirsgirêkên me yên ciwanan hê dema qeydan destpê dike. Pirsgirêkên cih, qadên jiyanê û hwd. hene. Em ê li çareseriya van bigerin.”

'JI BO DEMOKRASÎ BICIH BIBE HDP HÊZA YEKEMÎN E'

Namzetê HDP’ê yê Zonguldak ê Rêza Sêyemîn Fahrî Bozbaş jî got: "Ji bo demokrasî li vî welatî bicih û mayînde bibe HDP hêza yekemîn e. Yekîtiyeke girîng e.”

Namzetên di xebatan de wesayîtên komî yên nav bajêr bi kar tînin. Bi vî awayî bi gel re di nav hev de ne. Gel dema wan di otobus û mînîbusan de dibîne jî kêfxweş dibe.

Güncelleme Tarihi: 09 Mayıs 2015, 14:49
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER