Kanton Dî Rojeva Cîhanê De Ne

Li rojavayê Kurdistanê derket holê ku projeya Rojava ya demokratîk xeta sêyemîn e û di warê çareseriya siyasî de jî projeyeke herî serkeftî ya niha li Sûriyeyê ye.

Kanton Dî Rojeva Cîhanê De Ne
Asya ABDULLAH / AZADİYA WELAT

Li rojavayê Kurdistanê derket holê ku projeya Rojava ya demokratîk xeta sêyemîn e û di warê çareseriya siyasî de jî projeyeke herî serkeftî ya niha li Sûriyeyê ye. Çimkî ev proje di warê avakirina jiyana civakê de bandoreke pir mezin kir. Tê zanîn ku li Sûriyeyê rewşeke pir giran derket holê. Şerekî pir dijwar rûda û şer heta niha jî berdewam dike. Şerê ku li Sûriyeyê rûda bû sedema ku bi milyonan însan koçber bibin. Şerê li vî welatî rûdaye bingeha Sûriyeyê bi piranî rûxandiye. Bi sedhezaran mirov jiyana xwe ji dest da.


Ligel vê rewşa kambax jî heta niha ji aliyê muxalefeta Sûriyeyê ve jî projeyeke ku xîtabî hemû gelên Sûriyeyê bike nehatiye pêşkêşkirin. Qet behsa jiyan û sîstemeke xizmeta tevahiya gelê Sûriyeyê bike nayê kirin. Ango di warê zîhniyetê de jî pirsgirêk hene. Ji ber problemên zîhniyeta nedemokratîk projeyên tên nîqaşkirin jî nedemokratîk in. Xeta kurdan û nêzîkahiya PYD’ê ya demokratîk mîna xeta sêyemîn derdikeve pêş.

PYD ne li dijî tu aliyên muxalefetê ye û pirsgirêkên wê bi tu aliyên muxalefeta siyasî re tune ne. Lê pirsgirêkên ku em niha dinirxînin, rexneyên ku em dikin, li ser zîhniyeta nedemokratîk in. Aşkera ye ku kurd dixwazin di nava pergaleke demokratîk a Sûriyeyê de cihê xwe bigirin. Ji ber PYD, TEVDEM û Kantonên hatine îlankirin bi xwe jî beşeke ji muxalefeta Sûriyeya demokratîk in. Û em ji bo hem pirsgirêka neteweyî û hem ji bo pirsgirêkan tevahî gelên Sûriyeyê têkoşînê dimeşînin. Di warê pratîk jî xeta me ya sêyemîn bi ser ket. Çimkî ev model ne tenê ji bo kurdan e. Modela xweseriya demokratîk modela em bêjin avakirina civaka demokratîk e. Avakirina jiyana hevbeş e, biratiya gelan e. Ango felsefeya neteweya demokratîk ev e. Ruhê netewaya demokratîk jiyana hevbeş e.

Tifaqên di nava gelan de ye û biratiya gelan e. Tê zanîn Sûriye mozîqa gelan, çandan û baweriyan e. Ji ber vê yekê jî niha asta pêşeroja rojavayê Kurdistanê gihîştiyê hem di warê siyasî de hem jî di warê civakî de ji bo Sûriyeya nû mînak e. Civak îro xwe bi xwe bi rê ve dibe. Êdî ev bûye modelek û dikare bibe navenda şoreşa Sûriyeya giştî. Niha di qada navneteweyî de nîqaş hene ka dê Sûriyeya nû çawa bê avakirin. Kes û derdorên Sûriyeyê dişopînin behsa pergaleke nû dikin. Lê em hemû dibînin ku bi kantonan tecrûbe û modeleke şênber ji aliyê kurdan ve hatiye avakirin. Lewre kantonên ku hemû bawerî û gelên cuda di nava xwe dihewînin dê ji niha û pê ve jî bên nîqaşkirin. Di hevdîtinên navneteweyî de jî tişta bala derdorên cuda dikişîne pergala kantonan a li Rojava hatiye sazkirin e. Xuya ye ku dê ev mijar hîn gelek bê nîqaşkirin.

Güncelleme Tarihi: 11 Şubat 2015, 10:42
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER