31 Êzidiyên din azad bûn

27 jê zarok 31 Êzidî ku li Tel Afer ji destê çeteyê DAIŞ’ê rizgar bûn, gihiştin hêzên Kurd ên li Herdanî ya girêdayî Şengalê.

31 Êzidiyên din azad bûn

27 jê zarok 31 Êzidî ku li Tel Afer ji destê çeteyê DAIŞ’ê rizgar bûn, gihiştin hêzên Kurd ên li Herdanî ya girêdayî Şengalê.

Hat hînbûn ku kesên rizgar bûne ji gundê Solax ê Şengalê ne û 4 jê jin bi giştî 31 dîlgirtiyên  Êzidî bi hewldanên xwe rizgar bûne.

Xeyas Surçî têkildarî mijarê agahî da ajanseke Başûr û got ku li ser banga alîkariyê ya vê komê di navbera hêzên pêşmergeyan ku diçûn Herdanê û çeteyan de pevçûnek demkurt qewimiye.

Duh jî DAIŞ’ê li başûrê Kerkukê zêdeyî 200 Êzidî berdabû.

Güncelleme Tarihi: 09 Nisan 2015, 18:54
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER