33 ciwan beşdarî nava refên YPG'ê bûn

33 ciwanan bi merasîmekê perwerdeya xwe bi dawî kirin û beşdarî nava refên YPG´ê bûn.

33 ciwan beşdarî nava refên YPG'ê bûn

Akademiya şehîd Xebat a Kantona Efrînê dewreya perwerdeyê bi navê şehîd Hawar ji 33 şervanan re bi dawî kir.

Di dewreya ku 2 mehan dom kir de şervanan waneyên bîrdozî  û leşkerî yên weke: ˝ Dîroka kurdistanê, rastiya serokatî, rêveberiya xweseriya demokratîk, dîroka jin, şerê taybet û  hunera şer˝ dîtin.

Di merasîma dawîkirina dewreyê  de gelek fermandarên YPG´ê û YPJ´ê û Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Efrînê Ebdo Îbrahîm amade bûn.

Piştî deqeyekê rêzgirtin, toraneke leşkerî ji aliyê şervanên ku deweriya xwe bi dawî kirine ve hate lidarxistin û sûnda leşkerî xwarin.

Marasîm bi dirûşmeyên bijî berxwedana YPG´ê û YPJ´ê bi dawî bû.

Güncelleme Tarihi: 14 Nisan 2015, 15:31
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER