7 gundik ji çeteyan hatin paqijkirin

Şervanên YPG’ê 7 gundik û girek navê wî ne hate zanîn ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

7 gundik ji çeteyan hatin paqijkirin

Li gorî agahiyên nûçegîhana ANHA’yê ragîhand, şervanên YPG/YPJ’ê di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava ˮFermandar Rûbarˮ de li herêma di navbera gundên Idwaniyê û Hirûbiyê yên 45 kîlometrî dikevin başûr-rojavayê Serêkaniyê 5 gundik û girek navî wî ne hate zanîn ji çeteyan rizgar kirin. Nûçegîhana ANHA’yê destnîşan kir ku şervanan di herêma di navbera gundê Ebû Cerûd û Acle ya îro hate rizgarkirin jî şervanan 2 gundik rizgar kirine. Çeteyên DAIŞ’ê ku rastî derbeyên giran ên şervanên YPG/YPJ’ê tên, ber bi bajaroka SIlûk a başûr-rojavayê Serêkaniyê direvin.

Şervanên YPG/YPJ’ê şevê din jî li herêma Alya ya ku dikeve rojavayê Til Temir, gundên Ferhiyê, Ferhiya Rojhilat, Susa, Susa Rojava û El Kitêm, her wiha Mezraya Dawid Elî û Mezraya Mubarek ji çeteyan  paqij kirin. Her wiha li herêma başûr rojavayê Serêkaniyê jî gundê Acla ji çeteyan rizgar kirin.

Güncelleme Tarihi: 29 Mayıs 2015, 14:39
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER