Baydemir: Sedsal fermana avakirina aştiyê dide

Namzetên HDP’ê yên Riha Osman Baydemîr û Serhat Dîcle Yuksel di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Wêranşar bûn.

Baydemir: Sedsal fermana avakirina aştiyê dide
 Namzetên HDP’ê yên Riha Osman Baydemîr û Serhat Dîcle Yuksel di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Wêranşar bûn. HDPyiyan destpêkê hala fêkî û sebzeyan û bazara genim ên li navenda navçeyê ziyaret kirin. Paşê xîtabî Wêranşariyên hatin pêşwazîkirina wan kirin.


'ÊDÎ HÊVIYA GELAN HEYE’

Baydemîr di axaftina xwe de got ku sedsal “Fermana avakirina aştiyê dide” û wiha dewam kir: “Ji ber pevçûn, lêdan, kuştinê êdî tevayî gelên me winda ne. Sedsal li Rojhilata Navîn sedsala hatiye windakirin e. Ji bo em sedsaleke din jî winda nekin ji bo tevayî gelên me, çandên me, baweriyên me bi wekhevî û biratî bijîn hêviyeke wan a nû heye. Ew hêvî HDP ye. Bi HDP’ê re Tirkiye careke din firsenda ku nefesê bistîne wergirtiye. Bi piştgiriya we înşallah sibeha 8’ê Hezîranê em ê li rojeke nû şiyar bibin.” 

Güncelleme Tarihi: 19 Mayıs 2015, 20:01
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER