Bayik: Parastina mirovatiyê wezîfeya me ya dîrokî ye

Bi deh hezaran kesên di pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Bonn ê Elmanyayê hatin gel hev, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kirin û dilsoziya xwe nîşan dan.

Bayik: Parastina mirovatiyê wezîfeya me ya dîrokî ye
Bi deh hezaran kesên di pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Bonn ê Elmanyayê hatin gel hev, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kirin û dilsoziya xwe nîşan dan.


Bi deh hezaran Kurdistanî û dostên wan ên danê sibehê gihîştin qada Newrozê, piştî temaşe û guhdarîkirina li peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dest bi pîrozbahiyê kirin. Qada Newrozê ya bi alên PKK, PYD, YPG/YPJ û MLKP û posterên kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Kurd hat xemilandin, coşeke mezin hebû.

Bi deh hezaran kesên li Newroza Bonnê kom bûn, ji bo peyama Ocalan bi deqeyan li çepikan dan û bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" destek dan peyamê.

Peyama Newrozê ya dîmen a Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik bi rêya sînevîzyonê hat temaşekirin.

Bayik got, "Cejna Newrozê li Serok Apo û tevayî mirovatiyê pîroz be” û wiha dewam kir, “Tevgera Apocî her roj di nav tevgerên sosyalîst û demokratîk de hê zêdetir tê fêmkirin, tê qebûlkirin. Ji ber ku ev tevger li Rojhilata Navîn ji bo tevayî mirovatiyê têdikoşe. Ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo azadiya hemû gelan têdikoşe.”

Bayik got ku çeteyên DAIŞ tenê êrîşî Kurdan nake û wiha axivî: “Êrîşî  Asûrî-Suryaniyan, Ereban, jin, zarok û tevayî mirovatiyê dike. Em li wir mirovatiyê û nirxên dîrokî diparêzin. Ev çand û exlaqê me ye. Ev berpirsyartiya me ya dîrokî ye. Şert û merc çi dibin bila bibin em ê vê biparêzin. Ev ji bo tevayî şervanên me şeref e. Em çiqas berdêl bidin kêm e. Tevgera me ji bo parastina tevayî ziman û olan amadekariyên xwe dike.”

Bayik di axaftina xwe bal kişand ser hilbijartinên 7’ê Hezîranê jî, li hember hegemonyaya AKP û Erdogan Çerkez, Laz û Ermenî jî di nav de bang li tevayî gelên Tirkiyeyê kir ku pişrgiriyê bidin HDP’ê.

Paşê Wezîrê Karên Hundir ê Kantona Rojava Abdulkerîm Omer jî axaftinek kir. Omer, Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedêrên Kobanê pîroz kir. Hevseroka KCD-E Dilşa Osman û Emîne Ayna jî axivîn. Piştî axaftinan Hozan Şahturna, Silbis û Tarî,  Şahturna, Sîmar, Hesen Şerîf, Koroya Zarokan a Bremen derketin dikê.

Güncelleme Tarihi: 22 Mart 2015, 11:31
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER