Cenazeyê 4 şervanan hatin oxirkirin

Şêniyên Dêrikê û Kirkê Legê canazeyên 3 şervanên YPG’ê yên di berxwedana kantona Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan ber bi Başûrê Kurdistanê ve û şervanekî di heman berxwedanê de jiyana xwe ji dest daye, ber bi goristana Şehdî Xebat Dêrik ve oxir kirin.

Cenazeyê 4 şervanan hatin oxirkirin
Şêniyên Dêrikê û Kirkê Legê canazeyên 3 şervanên YPG’ê yên di berxwedana kantona Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan ber bi Başûrê Kurdistanê ve û şervanekî di heman berxwedanê de jiyana xwe ji dest daye, ber bi goristana Şehdî Xebat Dêrik ve oxir kirin.


Bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê û Girkê Legê li ber nexweşxaneya Dêrikê kom bûn. Girseya ku bê navber diurşme davêtin piştî wergirtina cenazeyên Şervanên YPG’ê Hisên Ibêdî (Çekjîn Koçer), Azad Dara (Rohat Artêş) Atîla Eslan (Cîhad Agirî), Fecrî Simolîz (Rêdûr Melazkurd) ên di berxwedana Kantona Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan wergitin. Girseyê ji vir cenazeyên şervanan bi kerwanekî tirmpêlan di nava bajarê Dêrik de gerandin.

Paşê kerwanê tirmpêlan berê xwe dan ber navenda Ciwanên Demokratîk a Dêrikê. Li vir merasîma leşker ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve hate lidarxistin. Paşê yek ji fermandarên YPG’ê Nûrheq Dêrik axivî û sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û got ku rola cangoriyan di serkeftina Pêngava ˮFermandar Rûbarˮ de a sereke bû. Di dawiya axaftina xwe de Dêrik soza şopandina riya cangoriyan da.

Di merasîmê de her wiha Endamê Desteya RÊvber a PYD’ê Hesen Koçer axivî û hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî û got: ˮRojhilata Navîn aloziyê jiyan dike, wêranî li her derê tê jiyankirin. Ji ber vê yekê pêwîste em bizanin çawa di rewşên şer de tevbigerin. Di aliyê siyasî ve me riya sêyemîn pejirand, em bi ser ketin. Di aliyê leşkerî de jî hêzên YPG diyar kir ku ew hêza tekane ya parastina hemû pêkhateyên herênê dike û bersiva êrîşên çeteyan didin.ˮ

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Qehreman Mihemed axivî û soza şopandina cangoriya da. Paşê sicîlên cangoriyan hatin xwendin û ya şervanê YPG’ê Çekjîn Koçer radestî malbatê hatin kirin.  Yên şervanên Azad Dara (Rohat Artêş) Atîla Eslan (Cîhad Agirî), Fecrî Simolîz (Rêdûr Melazkurd) radestî Saziya Malbatên Şehîdan a Dêrikê hate kirin.

Piştî axaftin bi dawî bû girseya gel cenazeyê şervanê YPG’ê Çekjîn Koçer birin goristana Şehîd Xebat Dêrik û li wir spartin axê. Cenazeyên şervavên YPG’ê Azad Dara (Rohat Artêş) Atîla Eslan (Cîhad Agirî), Fecrî Simolîz (Rêdûr Melazkurd) jî birin deriyê sînor ê Sêmalka da ku derbasî Başûrê Kurdistanê bêne kirin.

Güncelleme Tarihi: 22 Mayıs 2015, 15:07
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER