PYD’ê biryarên kongreya xwe di civînekê de şîrove kirin

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li navenda xwe ya li bajarê Amûdê bi armanca şîrovekirina rêzikname û biryarên ji kongreya PYD’ê ya Kantona Cizîrê hatine derxistin, civînek li dar xist.

PYD’ê biryarên kongreya xwe di civînekê de şîrove kirin

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajaroka Rimêlanê di 8’ê gulana 2015’an de Kongreyê de xwe li ser asta Kantona Cizîrê li dar xist. Di kongreya xwe de gelek biryarên girîng hatin girtin. Bi armanca şîrovekirina rêzikname û biryarên ku di kongreyê de hatine girtin, PYD’ê li navenda xwe ya li bajarê Amûdê civînek li dar xist.

Di civînê de bi dehan endamên partiyê yê bajarê Amûdê amade bûn. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endamê Komîteya Rêveber a PYD’ê Mihemed Nebî Kûtê derbarê rewşa siyasî ya dawî li hersê kantonên Rojavayê Kurdistanê de axivî. Kûtê destnîşan kir ku Armanca partiya wan ew e ku çareseriyeke guncaw ji aloziya Sûriyeyê re peyda bikin û mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê bêne parastin. Kûtê di axaftina xwe de got ku dewletên herêmêî hewl didin vîna azad a gelê Kurd bişkînin û çeteyên DAIŞ’ê di pêkanîna pilanên xwe de bi kar tînin.

Kûtê di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku PYD’ê nûnertiya Rojava li tevahî cîhanê dike û wiha domand: “Piştî ku kongreya PYD’ê bi dawî bû, em ê hemû xebatên xwe li gorî biryarên Kongreyê bimeşînin. Divê hemû endamên PYD’ê di perwerdeyên bîrdozî re derbas bibin û li gorî felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bidomînin.”

Kûtê di civînê de her wiha rêzikname û biryarên di Kongreyê de hatine girtin, bi berfirehî şîrove kirin.

Piştre beşdarên civînê nirxandinên xwe derbarê rewşa siyasî û rêziknameyê de kirin. Di dawiya civînê de pirsên beşdaran ji aliyê Endamê Komîteya Rêveber a PYD’ê Mihemed Nebî Kûtê ve hatin bersivandin.

Güncelleme Tarihi: 22 Mayıs 2015, 15:08
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER