Cenazeyê 5 tekoşeran li Hesekê hatin oxirkirin

Cenazeyên 3 şervanên YPG’ê, endameke Asayîşa jinan û welatiyeki ku ji ber topên çeteyan jiyana xwe ji dest dan, ji alî bi hezaran kesî ve bi merasîmekê hatin oxirkirin.

Cenazeyê 5 tekoşeran li Hesekê hatin oxirkirin
Cenazeyên 3 şervanên YPG’ê, endameke Asayîşa jinan û welatiyeki ku ji ber topên çeteyan jiyana xwe ji dest dan, ji alî bi hezaran kesî ve bi merasîmekê hatin oxirkirin.


Bi hezaran şêniyên Hesekê û gundê wê cenazeyên şervanên YPG’ê Hisên Seyîd (Ebû El-Zemen) û Umer Remaedan (Bderan Hesekê)  ên 30’ê nîsanê di berxwedana Til Temir de jiyana xwe jidest dan, ŞervanêYPG’ê Ferec Ibrehîm û Endama Asayşa Jinan Rehşan Elî Ehmed ( Canda Fida) û welatiyê sivîl Ehmed Dawid Şêxmûd ên duh di encama êrîşa çeteyan a li ser bajarê Hesekê de jiyana xwe ji des dan bi merasîmeke bi heybet oxirkirin.

Serokê Desteya Karê Hundir ê Kantona Cizîrê Kenan Berekat, Serokê Dsteya Malbatên Şehîdan a Cizîrê Rêzan Gulo, Cîgira Seroka Desteya Ciwan û Sporê Hemrîn Elî jî li ser navê Rêveeberiya xweseriya Demokratîk beşdarî merasîmê bûn.

Girseya gel ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û wêneyên tekoşerên jiyana xwe ji dest dane vekirinûn û alên TEV-DEM, YPG û YPJ, vekiribûn û bê navbera  diruşeme davêtin cenazeyê 5 cangoriyan saet di 15.00’an ji Saziya Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwandekî tirmpêlan ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ya Hesekê ve derketin rê. Di riya ketina goristaanê girseya qelebalix ku bê navber diruşmeyên dilsoziyê diavêtin cenaze li ser milan kirin û heta goristanê meşiyan. Li goristanê merasîm hate lidarxistin.

Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir û piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Fatma Hesen axivî û bal kişand ser berxwedna şervanên YPG û YPJ’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê û got ku çeteyên DAIŞ’ê dixwazin gelê herêmê bitirsînin û destnîşan kir ku gelê Rojava dê heta dawî li ser riya şervanên xwe bimeşe.

Li ser navê Rêveberiya Asayîşa Rojava Eytan Ferhad axivî û bal kişand ser rola asayîşên jinan di nava şoreşa Rojava de û got ku di şoreşa Rojava de jinan di hemû aliyan de pêşengtî kiriye.

Di berdewama merasîmê de Endama Kordînesyona TEV-DEM’ê Ferhad Dêrik axivî û da zanîn ku êrîşên li dijî Hesekê pêk hatine têkçûna çeteyan nîşan dide û got ku armanca çeteyan têkbirina jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyên Rojava de ye û derxistina tevliheviyê ye. LI ser navê Rêveberiya Xeser a Kantona Cizîrê Endamê Dîwana Meclîsa Zagonsaz a Herêma Cizîrê Ekrem Mehşûş axivî û da zanîn ku êrîşên çeteyan li dijî hemû pêkhateyên bajar e û da zanîn ku gelê herêmê dê xeta xwe ya berxwedanê bidomînin û aramiya herêmê xwe biparêzin.

Di merasîmê de li ser navê Yekîtiya Star Welîda Bûtî, li ser navê Partiya Çep a Sûriyê Şêrewan Çaçan axivin û bal kişandin ser berxwedana li dijî çeteyan û soz dan ku gelê herêmê dê heta dawî li ser riya berxwedanê bimeşin.

Piştî axftinan sicîlê şervanan hate xwendin û radestî malbatan hate kirin. Di daiya merasîmê de girseyê cenazeyên tekoşeran bi diruşme û tilîliyan spartin axê.

Di heman demê de cenazeyên welatiyên din ên duh di topbaranê de jiyana xwe jidest dan Selwa Beşîr, Şemsa Ebdo û Şêrîn Remezan jî li goristanên malbatan hatin definkirin.

Güncelleme Tarihi: 08 Mayıs 2015, 13:40
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER