Daxwaza ji Ocalan re azadî dibin Meclîsê

Berdevka Platforma ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî, Parêzer Keskîn got ku wê daxwaza ji Ocalan re azadî bibin Meclîsê û wê sererastkirineke qanûnî bixwazin.

Daxwaza ji Ocalan re azadî dibin Meclîsê
Berdevka Platforma ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî, Parêzer Keskîn got ku wê daxwaza ji Ocalan re azadî bibin Meclîsê û wê sererastkirineke qanûnî bixwazin. Keskîn diyar kir ku heta Ocalan azad nabe wê behsa çareseriyeke rast neyê kirin, divê azadiya Ocalan bi pêvajoya hilbijartinê re bê rojevê.


Parêzer Eren Keskîn a ji ANF’ê re axivî got ku berî niha 3 salan bi 7 jinan re hatine gel hev û Platforma ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî ava kirine.

'HETA OCALAN AZAD NEBE BEHSA ÇARESERIYEKE RASTÎ NEKARE BÊ KIRIN'

Keskîn anî ziman ku gelek caran diyar kirine, pirsgirêka Kurd ancax bi muxatabgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê dikare bê çareserkirin. Keskîn got ku heta Ocalan azad nebe mirov nekare behsa çareseriyeke rastî bike.

WÊ ÎMZE Û DAXWAZA AZADIYA OCALAN PÊŞKÊŞÎ MECLÎSÊ BÊ KIRIN

Keskîn diyar kir ku wek platform heta îro gelek konferans pêk anîne, kampanyayên îmzeyan pêk anîne, bi giştî 10 mîlyon îmze kom kirine û ew pêşkêşî Parlamentoya Ewropayê kirine. Keskîn got ku wê di rojên pêşiya me de îmzeyan bibin Meclîsa li Enqereyê û wê daxwaza azadiya Ocalan ji bilî MHP’ê ragihînin partiyên din.

'VEGER NÎNE'

Keskîn, têkildarî pêşnûmeya 10 xalan a Ocalan jî got, ev xal ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd xalên ku kilîd in û bal kişand ser girîngiya ku ev xal li Qesra Dolmabahçe hatine xwendin. Keskîn têkildarî mijarê got, “Ti pêşniyarên lîderê rêxistineke ku bi salan te pêre şer kir, li cihekî ku ti herî girîng dibînî didî xwendin. Êdî vegera wê nîne. Lewma 10 xalên hatin pêşkêşkirin, destpêkeke.”

'POLÎTÎKAYÊN MÊTINKAR ÎFLAS KIRIN'

Keskîn, diyar kir ku pirsgirêka Kurd di heman demê de pirsgirêkeke navneteweyî ye, behsa erdnîgariyeke ku li 4 parçeyan hatiye dabeşkirin tê kirin û got, "Kurdistan erdnîgariyeke ku berî niha bi salan kirine mêtingeh.  Di vê mêtingehkirinê de hem rola hêzên mêtinkar, hem jî tola hêzên emperyal heye. Lewma eger îro çareserî xwe dide ferzkirin nîşan dide ku ev polîtîkayên emperyal û mêtinkar îflas kirine.”

Parêzer Eren Keskîn got ku divê azadiya Ocalan bi pêvajoya hilbijartinê re bê rojevê.

Güncelleme Tarihi: 14 Mart 2015, 23:40
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER