Di berxwedana Til Temir de Heciyek

Hecî Sûat bi gotina; "Bawermendê rastî divê li dijî vê faşîzma DAIŞ'ê şer bike" di berxwedana Til Temirê de cih digire. Hecî Sûat ê tevlî perwerdeya şervanên YPG'ê jî bû destnîşan dike, ku heta herêm ji çeteyan bê paqijkirin, berxwedan wê bidome.

Di berxwedana Til Temir de Heciyek
Hecî Sûat bi gotina; "Bawermendê rastî divê li dijî vê faşîzma DAIŞ'ê şer bike" di berxwedana Til Temirê de cih digire. Hecî Sûat ê tevlî perwerdeya şervanên YPG'ê jî bû destnîşan dike, ku heta herêm ji çeteyan bê paqijkirin, berxwedan wê bidome.


Di berxwedana Til Temirê de ku ket hefteya xwe ya duyemîn, ji 7 heta 70 salî mirovên li herêmê bi çek axwe li eniya berxwedanê ne, yan jî di xebatên sazîbûnê de cih digirin. Li Til Temirê, em li Heciyekî rast hat, ku li dijî dijminê mirovahiyê li refên berxwedanê şer dike. Hecî sedema cihgirtina xwe ya di şer de bi vê gotinê rave dike; "Bawermendê rastî divê li dijî vê faşîzma DAIŞ'ê şer bike."

Navê wî Sûat e, lê li derdorê weke Hecî Sûat tê naskirin. 28 salî ye û bavê 3 zarokan e. Ev du sal in li nava refên YPG'ê şer dike. Hecî diyar dike ku mîna Til Hemîs û Tilebyadê ew ê li Til Temirê jî derbên giran li çeteyan bixin û got, "Me soz dane şehîdên xwe. Heta ku çeteyekî b tenê li ser xaka me nemîne, em ê şerê xwe di asta herî bilind de dewam bikin."

JI MEWZIYÊ BER BI QADA PERWERDEYÊ

Gelê herêmê jî, li gundên Asûriyan ên li derdora Til Temir û Çemê Xabûrê, di nava Hêzên Parastina Til Temirê yên ji YPG, Meclîsa Leşkerî ya Asûrî û Suryaniyan cih digire û bi ruhê seferberiyê tevlî berxwedanê dibe.

Li bajêr her kesên dikarin rahêjin çekê berê xwe dane eniyê û bajarê xwe diparêzin, yên nikarin rahêjin çekê jî di nava xebatên saziyî yên bajêr de cih digirin. Yek ji welatiyên di berxwedana Til Temirê de cih digire, bi çek û egala xwe re Heciyeke. Hecî, piştî ku ji mewziya berxwedanê derket, ji bo şervanên YPG'ê perwerde bike, li qada perwerdeyê cih girt.

Hecî Sûat ê di sala 2009'an de çû Hecê, yek jê keçik bavê 3 zarokan. Dibêje ku piştî hevalê wî yê bi navê Cûdî di hewldana dagirkirinê ya Artêşa Azad de jiyana xwe ji dest da, ew tevlî refên YPG'ê bûye. 

Hecî anî ziman ku çeteyên DAIŞ'ê ji bo ser têkçûna xwe ya li Til Hemîs û Tilebyadê bigirin, êrîşî gundên Asûriyan û Til Temirê dikin û got, "Çete wê ti carî negihêjin armanca xwe." Dema çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Til Temir û gundên wê kir, ji qada perwerdeyê ku lê wezîfedar bû, berê xwe da mewziyên şer. Hecî bi şev li mewziyan li hemberî çeteyan şer dike, bi roj jî şervanên YPG'ê perwerde dike. Destnîşan dike ku ev rewş berpirsyariya di pêvajoya awarte de ye û bang li her kesî kir ku di nava vê berxwedanê de cih bigire û çeteyan bişîne nava sergoyê dîrokê.

LI DIJÎ ÇETEYÊN DAIŞ'Ê MIROVÊ JI HER GELÎ ŞER DIKE

Hecî ragihand ku çeteyên DAIŞ'ê bêyî bala xwe bide ol, ziman, nîjad û çandê êrîşî hemû nirxên însanî dikin û got, "Li hemberî êrîşên çeteyan, em bi gelên Ereb, Asûrî/Suryanî re şer dikin. Hêz û moraleke mezin dide me ku li hemberî vê belaya çeteyan em bi mirovên ji gel û olên cuda re li heman mewziyê şer dikin. Ji bo parastina vê xakê, ji hemû ol û gelan mirov şehîd ketin. Lewma nirxê manewî û moralê yê her kesî li vê xakê veşartî ne."

Hecî Sûat diyar kir ku ew dizanin ku di êrîşa çeteyan a li hemberî Til Temir û gundên Asûriyan de kê alîkarî dane çeteyan, kî di nava xiyanetê de ne û got, "Em ê hesabê vê bipirsin."

Hecî got, "Ji bo pirsîna vî hesabî wasiyeta şehîdên me li me heye. Şehîdên me wasiyeta hesabpirsîna ji xaniyan, ji me re hiştin" û bibîr xist ku ew bi xwe jî Misilman e, di temenê ciwantiyê de çûye Hecê û bi 5 danî nimêjê dike. Hecî Sûat da zanîn ku li hemberî van çeteyên bûne belayê serê mirovahiyê divê ew bi YPG'ê re di nava berxwedanê de bin û got, "DAIŞ rêxistineke çete ye, di dîn de qetilkirina mirovên sivîl, dîlgirtina sivîlan û di berdêla berdana wan de xwestina fîdye nîne. Lê belê ev çeteyan bê exlaq li hemberî her kesê ne ji xwe şer dike, her derê xera dike û dişewitîne, hewl dide her rengî di nava rengê xwe yê reş de tine bike. Ev pêkanîn hemû nîşan didin ku ew dijminê Îslamê ye. Bi dîtina min, kê ev rêxistina çete ava kir, ji bo nirxên Îslamê tine bike ava kiriye. Rastî ev e, lewma divê yên ji Îslamê hez dikin xwe ji van çeteyan vegirin û destekê bidin hêzên berxwedanê.

Ji bo parastina xaka xwe em li Asûrî-Suryanî û Erebên li herêmê re têdikoşin. Ev ax a me ye û li vir paşerojeke me ya dîrokî û çandî heye. Em ê nehêlin kes bê vê derê û bicih bibe. Beriya niha rêxistinên çete yên weke El Nûsra û Artêşa Azad xwestin li vê derê bicih bibin. Çawa ku me ew ji xaka xwe avêtin, mîna li Til Hemîs û Til Berakê em ê wan ji vir jî biavêjin. Em di nava vê biryardarî û amadekariyê de ne. Di ser şer re 2 hefte derbas bûn. Çeteyan derbên giran xwarin. Niha di rojên pêş de em ê wan bi giştî ji vir derxînin."

Güncelleme Tarihi: 10 Mart 2015, 17:18
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER