Cenazeyê şervana YPJ'ê Kûytû ji hêla jinan ve hate oxirkirin

Cenazeyê şervana YPJ'ê Nûrgul Kûytû (Rojîn Sûrûç) a ku di 28’ê Çileyê de li gundê Gurmîkê di pevçûna li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Riha Pirsûsê ji aliyê bi hezaran kesî ve hat oxirkirin.

Cenazeyê şervana YPJ'ê Kûytû ji hêla jinan ve hate oxirkirin
Cenazeyê şervana YPJ'ê Nûrgul Kûytû (Rojîn Sûrûç) a ku di 28’ê Çileyê li gundê Gurmîkê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da duh piştî ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê hate wergirtin û anîn Rihayê. 


Cenazeyê Kûytû serê sibehê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Cenaze ji aliyê hezaran kesên di nav de Meclîsa Dayikên Aştiyê, MEYA-DER, rêveberên HDP, DBP, hevşaredarên Pirsûsê û ciwanan hebûn ve hate pêşwazîkirin.  Cenazeyê Kûytû ji aliyê jinan ve ji nexweşxanê hate girtin û li ser milan bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Nûrgul Kûytû (Rojîn Sûrûç) û bi dirûşmeyên, "Ey şehîd xwîna te li erdê namîn e" , "Şehîd namirin", "PKK gel e gel li vir e" , "YPJ/YPG" û "Bijî berxwadana Kobanê" ber bi Goristana Şehîdan ve çûn. 

'KEÇA MIN LI KOBANÊ JI BO MIROVAHIYÊ TÊKOŞIYA'

Piştî nimêjê cenazeyê Kûytû ji aliyê jinan ve hate definkirin û piştî karên definkirinê rêzgirtin pêk hat. Ewil berdevka Dayikên Aştiyê Zelîxa Ozkan axivî û got serê wan her tim bi şehîdên wan bilind e ti carî ala wan danaynin. Dayika Kûytû Xedra Kûytû jî diyar kir ku keça wê li Kobanê ji bo mirovahiyê têkoşiya û got: "Keça min êdî bû keça Kurdistanê. Ne şehîda me tenê ye. Serê min bi wê bilind e. Serê Kurdistan, Rêberê Apo û rêhevalên wê sax be. Ez spasiya xwe li hemû kesên xwedî li şehîd derketin dikim."

Girseyê piştî axaftinan ji goristanê heta sûkê meşek lidarxistin.


Güncelleme Tarihi: 10 Mart 2015, 17:32
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER