Di Meşa Dirêj de jineke Laz

Jina Laz Ersalan dibêje: “Bi taybet gava ez pêkanînên zilam û sîstemê yên li hemberî jinên Deryaya Reş dibînim, ez Ocalan baştir fêm dikim."

Di Meşa Dirêj de jineke Laz
Jina Laz a ji Trabzonê Hatîce Sîbel Eraslan tevlî Meşa Dirêj bû û daxwaza azadiya Ocalan dike. Ersalan dibêje: “Bi taybet gava ez pêkanînên zilam û sîstemê yên li hemberî jinên Deryaya Reş dibînim, ez Ocalan baştir fêm dikim. Ocalan bi rastî rastiya jinan dîtiye û aşkera kiriye.”


Gelek jinên Ereb, Tirk, Laz û Elman tevlî Meşa Dirêj bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJKE) ku bi dirûşma “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Statu” ku ji bajarê Bernê yê Swîsreyê ber bi Strasbourgê ve hatiye destpêkirin dibin.

Jina Laz a bi navê Hatîce Sîbel Eraslan ku ji Trobzonê ye, bi rengê xwe tevlî meşa bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bû. Her wiha di rêzên pêş ên meşa bi armanca azadiya Ocalan hatiye destpêkirind e cihê xwe digire.

'MIN BI TEVGERA KURD NASNAMEYA JINAN NAS KIR'

Eraslan di meşê de ji ANF’ê re axivî û got: ''Ez bi xwe ji Trabzonê me, Laz im, niha li Viyanayê dijîm. Wextê ez zarok bûm nêrîn û ramanên gelek xelet nîşanî min kiribûn. Piştî ku hevalên min ên Kurd çêbûn, ev raman û nêrînên min ên şaş bi dawî bûn. Piştî sal derbas bûn, hezkirin û rêzdariya min a ji bo Kurdan zêde bû. ''

Eraslan da zanîn ku piştî wê Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kiriye, nasnameya jin nas kiriye û got: ''Min wê demê bi xwendinê destpê kir. Min dît ku hemû tiştên bi salan ji me re digotin gelek pûç û vala bûn. Ji wê rojê û şûnde sempatiya min a ji bo Kurdan her ku çû zêdetir bû. ''

'MEŞA JI BO AZADIYA OCALAN PEYWIRA MIROVAHIYÊ YE'

Eraslan sempatiya xwe ji bo Ocalan wiha rave kir: ''Bi rastî min Kurd bi Rêber Ocalan baştir nas kir. Piştî ku min pirtûkên wî xwend, min Kurd û nasnameya xwe nas kir. Bi taybet gava ez pêkanînên zilam û sîstemê yên li hemberî jinên Deryaya Reş dibînim, ez Ocalan baştir fêm dikim. Ocalan bi rastî rastiya jinan dîtiye û aşkera kiriye. Meşa ji bo azadiya Ocalan peywirek a mirovahê ye. ''

'EM JINÊN JI HEMÛ RENGAN EM Ê OCALAN AZAD BIKIN'

Eraslan da zanîn ku ev çar roj in meş bi coş berdewam dike û got: ''Li her qadekê hesta azadiya jinan bilind dibe. Mirov di vê meşê de hêza jina dibîne. Em ê ti carî dest ji  daxwazên xwe bernedin. ''

Eraslan daxwaza azadiya Ocalan kir û got: ''Heta niha rêbereke aştîxwaz li Îmraliyê tê ragirtin. Ev yek tiştekî bê wate ye. Em ê jinên ji hemû rengan Ocalan azad bikin. Em li vê derê ne tenê dimeşin, em çandekê diafirînin. Bi rojan e jin li vê derê dimeşin û piştgiriyeke mezin didin. Hemû mirovên em li ber re derbas dibin, ji bo jinan radibin ser piyan. ''

Güncelleme Tarihi: 07 Şubat 2015, 23:38
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER