Di Rojên Çanda Kurd de Kobanê û 7’ê Hezîranê hat axaftin

Serokê Konseya Tenduristiyê ya Kobanê Ehmed ku beşdarî Rojên Çanda Kurd bû, got ku yên vegeriyan Kobanê hewcedariya wan bi alîkariyê heye û xwest korîdora mirovahiyê vebe

Di Rojên Çanda Kurd de Kobanê û 7’ê Hezîranê hat axaftin
Serokê Konseya Tenduristiyê ya Kobanê Ehmed ku beşdarî Rojên Çanda Kurd bû, got ku yên vegeriyan Kobanê hewcedariya wan bi alîkariyê heye û xwest korîdora mirovahiyê vebe.  Parlamenterê Partiya Çep a Elman Weînberger got ku serketina di 7’ê Hezîranê de bê bidestxistin wê di rakirina qedexeya li hember PKK’ê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de girîng be.


Di panela rojên Çanda Kurd ya 6. wê li bajarê Nurnberg a Elmanyayê pêk tê, serokê Konseya Tenduristiya Kobanê, Nassan EhmEd, nûnerê PYD’ê Zuhat Kobanê, rojnameger Murat Çakir, lêkolîner nivîskar û pisporê Rojhilata Navîn Fehîm Taştekîn Parlamenterê partiya Çep a Elman Harald Weînberg beşdar bûn. 

EHMED: EM PIŞTEVANIYÊ JI BÎR NAKIN

Ehmed kêfxweşiya xwe ya ji bo vexwendîkirinê anî ziman û got: “Em hewldana hemû saziyan ti car ji bîr nakin. Ji bo me bi hezaran kes bi şev û roj, daketin kolanan û alîkariya moral û aborî dan me.  Şoreşa Rojava şoreşa me hemûyan e. Heta niha 6 saziyên Ewropayê em vexwendî kirine. Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê, Konseya Yekîtiya Ewropayê, wezaretên karê derve û hundir, her wiha gelek sazî û şexsiyetên taybet, hevdîtinên me pê re çêbûn.
Me şerekî dijwar jiya. Ji sedî 80’ê bajar hilweşiya û bi hezaran welatî neçar man koç bikin. Ji ber dibistan texrîb bûne perwerde nayê dîtin.  Bi hezaran ciwan neçar man şer bikin. Bi hezaran ciwanên me şehîd ketin, bi hezaran seqet man.

DIVÊ KORÎDORA MIROVÎ VEBE

Ehmed got ku Kobanê azad bûye lê hîna li sê eniyan şer didome û da zanîn ku kesên vegerin li jiyanê bimînin, hewcedarî bi alîkariya lezgîn heye û divê  korîdora mirovahî bê vekirin.”

Zuhat Kobanê jî wiha got: “Di dema avabûna PYD’ê de me got ku ger li Sûriyeyê şer destpê bike wê demdirêj bidome. Me di 2011’ê de gotibû wê ev şer 6 salan bidome. Ji bo Sûriyeyê gelek senaryo hatin xêzkirin.  Yek ji van jî senaryoya kaosê bû. Ya din jî senaryoya Îslamî bû. Senaryoya ku birayên Misliman bînin rêveberiyê bû. Xwediyê vê senaryoyê Tirkiye û welatên Ereb bûn. Senaryoya din jî senaryoya protestorkirina rejîmê bû. Lê ti senaryoyekê negirt. Gelê Sûriyeyê êşên mezin kişand.

Kesê projeya me qebûl nekir. Me ji bo hemû gelan projeya jiyana hevpar danî holê. 10 mîlyon mirov ji warê xwe bûn.  200 hezar kesî jiyana xwe ji dest da. Sê mîlyon mal texrîb bûn, bi sed hezaran birîndar çêbûn û bi hezaran girtî hene. Me pir zû dîtibû. Me rêya sêyem di cih de dîtibû. Em di wê rê de meşiyan.”

Taştekîn jî got ku AKP beriya hilbijartinan serî li gelek hîleyan didin û AKP ji bo dest ji desthilatdariyê bernede serî li her hîleyê dide.

Parlamenterê Partiya Çep a Elman Weînberger got ku serketina di 7’ê Hezîranê de bê bidestxistin wê di rakirina qedexeya li hember PKK’ê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de girîng be.

Güncelleme Tarihi: 16 Mayıs 2015, 16:57
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER