Doçent. Dr. Odabaşi: Em jiyaneke nû ava dikin

Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê rêza 1. a Konyayê Doçent. Dr. Battal Odabaşi, xebatên hilbijartinê û mijarên rojane yên di rojevê de ne, ji ANF'ê re nirxand.

Doçent. Dr. Odabaşi: Em jiyaneke nû ava dikin
Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê rêza 1. a Konyayê Doçent. Dr. Battal Odabaşi, xebatên hilbijartinê û mijarên rojane yên di rojevê de ne, ji ANF'ê re nirxand. Odabaşi ku li Stenbolê di zanîngehekê de akademîsyeniyê dike, ev 16 sal in li Konyayê dijî. Odabaşi destnîşan kir ku pêkhatina desthilatdariya HDP'ê tê wateya avabûna projeya neteweya demokratîk a adîl, wekhev û ronahî. Odabaşi anî ziman ku tevahiya gelên Anatolî/Mezopotamyayê li ser piyane û xebatên pêşhatî yên Modernîteya Demokratîk dimeşînin.


Doçent. Dr. Odabaşi yê li Amedê ji dayik bû, ev 16 sal in li Konyayê dijî. Odabaşi yê li zanîngeheke li Stenbolê akademîsyeniyê dike, anî ziman ku pêwîstiya tevahiya welêt û gelên Rojhilata Navîn bi felsefeya HDP'ê heye. Odabaşi destnîşan kir ku ew serbilind e ku li Konyayê berdevkiya têgînên qîmetê dide gelan, jinan û û çînan, bike. 

'EM Ê ALIYÊ XWE YÊ HERÎ ZÊDE DIÊŞE NÎŞAN BIDIN

Doçent. Dr. Odabaşi da xuyakirin ku di nava hemû partiyan de herî zêde HDP namzetên jin nîşan da û bibîr xist ku namzetên jin ên HDP'ê ji tevahiya namzetên jin ên hemû partiyan zêdetir e û got, "Em ê aliyê xwe yê herî zêde diêşe nîşan bidin, ji bo y ên dixwazin çareser bikin bibîbinin... Nedîtina jinê korîtî ye. Hewldanên me ji bo dîtina hêza jinê ji aliyê jinê û vekirina rêyên temsîlkariya azad a jinê ye. Em hewl didin pirsgirêka jinê bi jinan re bi xurtkirina demokrasiyê re çareser bikin."

'EM Ê DESTHILATDARIYA PÊŞEROJÊ AVA BIKIN'

Odabaşi diyar kir ku gelek partiyên çep-sosyalîst, rêxistin û saziyên civakî yên sivîl ên li Tirkiyeyê tifaq bi HDP'ê re kirine û ragihandine ku ew ê destekê bidin HDP'ê û got, "Em ê mûxalefeta bingehîn û desthialtdariya pêşerojê ava bikin. Hewldan û hesreta me ev e. Dikarim bêjim ku em çalakgerên di dilê wan de ne."

Odabaşi diyar kir ku yekane cihê welatiyên Elewî lê karibe xwe bi awayekî azad îfade bikin felsefe û xeta HDP'ê ye û got, "Bi feraseteke ku ji heman cihî li hemû baweriyan dinêre, divê nêrîneke ku qîmetê dide hemû baweriyan hebe. Lê belê bi aliyê me yê bindest re, yekîtiya bi felsefeya ji kûrahî û herikîna dîrokê tê, girîng e. Pîr Sûltan, Şêx Bedreddîn, ji Spartakusan û vir ve sembolên têkoşîna wekhev û demokrasiya radîkal in."

'KÎ DIKARE KOÇGIRÎ Û SEYÎD RIZA JI VÊ TÊKOŞÎNÊ CUDA NÎŞAN BIDE?'

Odabaşi da zanîn ku li şûna ol û baweriya dewletê destnîşan kiriye, ew baweriyê weke wijdanê dibînin û got, "Kî dikare Koçgirî yan jî Seyîd Riza ji vê têkoşînê cuda nîşan bide? Di vî warî de bi qîmet e. Lê belê hestyarî û nasnameya hemû baweriyan, hurmetdariya me ye. Li şûna ol û baweriya dewlet destnîşan dike, em baweriyê weke wijdan dibînin. Ji ber vê yekê divê desthilatdarî û doza baweriyê ji hev bê veqetandin. Em feraseteke ku malê gel e, rast dibînin."

'DEM HATINE EM XWE BIGIHÎNIN RESENIYA XWE YA BERÊ'

Odabaşi da xuyakirin ku di serî de li Mêrdîn, Riha û Amedê li gelek deverên Kurdistanê Ereb, Asûrî, Tirk, Çerkez, Ermenî û gelek bawerî û gelên cuda bi hezaran salan bi Kurdan re li gel hev jiyane û got, "Xeleka herî qels a ku lê modela neteweyê lê bicih nebû, herêmên mijara gotinê ne. Di projeya neteweya demokratîk a HDP'ê de jî ev herêm bûye cihê herî xurt ê vê xelekê. Me berê xwe dane rojê, dane rojhilat... Divê em bi xurtî ya xwe hembêz bikin... Dem hatiye em xwe bigihînin reseniya xwe."

Doçent. Dr. Odabaşi diyar kir ku modela Rojava ji bo tevahiya Rojhilata Navîn modeleke girîng e û got, "Rojava mînakeke gelekî girîng e, pratîk e û modela Rojhilata Navîn e."

'DÎWARÊ PROJEYA MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK TÊ LÊKIRIN'

Odabaşi da zanîn ku pêkhatina desthilatdariya HDP'ê ê wateya avabûna projeya neteweya demokratîk a adîl, wekhev û ronahî û got, "Hemû gelên Anatolî/Rojhilata Navîn li ser piyan e. Xebatên pêşhatî yên Modernîteya Demokratîk dimeşînin. Roja em hatin ser desthilatdariyê em ê sîwanê ku projeya me ya neteweya demokratîk temam bike, lê bikin. Di destpêkê de nêrîna 9 metre çarçik bû, niha cîhaneke mezin e. Tevahiya cîhan li vê temaşe dike."

Doçent. Dr. Odabaşi anî ziman ku ew giştiya tevgera kedê, civata rewşenbîr û nivîskaran e û got, "Hevpariya kedê, rewşenbîr û wijdanê hunermendan e. Em giştiya wan in. Em hewl didin bibin dil û mejiyê wan."

'DEMA TARÎ YA HERÎ ZÊDE NÊZÎ RONAHIYÊ YE'

Odabaş bibîr xist ku di dema desthilatdariya AKP'ê de li Kurdistan û Tirkiyeyê bûyerên cidî yên dikarin weke komkujî û dîktatoriyê bên pênasekirin (Roboskî, Gezî, Soma, Pakêta Ewlekariyê ya Hundir) rû dane û got, "Em ê dest ji wan neqedin... divê berpirsyar werin dîtin û darizandin. Xuyaye em di dema tarî ya herî zêde nêzî ronahiyê de ne. Ti ji civakan, ji jiyaneke despotîk a dema dirêj re negotiye erê. Eger ne welê bûya wê Ahmed Arîf negotibûya 'Ne Îskender, ne Şah ne jî Sûltan xema me ye, hemû çûne, li dû wan tiştek nemaye'. Wê Sargon hînê Sargon, Fatîh hînê Fatîh bûya. Fîşekên Nîanê yên dema tarîtiya çil salî li gel me ye... Em bi hêvî ne..."

'YA GIRÎNG EM ALÊ LI BIGIHÎNIN QADÊN BILINDTIR'

Doçent. Dr. Odabaş da xuyakirin ku ew serbilind e ji Konyayê bûye namzet û bi gelê Konyayê re ye û axaftina xwe bi vî rengî bi dawî kir: "16 sal in li Konyayê dijîm. Bi gelek mirovên esîl re dimînim. Bi gelekî çand û zimanê xwe parastiye û zane ye re dijîm. Dostaniyên min ên xurt ji vir in. Rewşenbîr û her kesên Tirk ên xwedî wijdan bi me re ne. Eger mirov qîmetê li nêrînan zêde bikin, hingî watedar e. Kî felsefeya HDP'ê bigihîne çar aliyên welêt, ew girîng e. Ji bo vê partî navê min hilbijartibe, ez amade me xizmetê ji vê re bikim. Ev polîtîkaya partiyê li Amed, Wan, Riha, Mêrdîn, li hemû herêmên hilbijartinê ye. Ya girîng em vê alê derxînin qadên bilindtir."

Güncelleme Tarihi: 27 Nisan 2015, 12:42
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER