Dêrsimî li hember waneyên mecbûrî yên olî meşiyan

Perîhan Hoşoglu ya di mitînga Dersimê ya li hember waneyên mecbûrî yên olî hat lidarxistin de axivî got, 'Komkujiyên li hember Elewiyan bi polîtîkayên AKP’ê didomin’ û diyar kir wê 2 rojan dibistanan boykot bikin.

Li Dêrsimê di pêşengiya Meclîsa Gel de li hember waneyên mecbûrî yên olî meşek hat lidarxistin. Girse bi pankarta, "Em ê nebin Elewiyên dewletê” li Kolana Sanat kom bû, ber bi Qada Seyîd Riza ve meşiya.

'FERZKIRINA YEK OL, YEK MEZHEB ZÊDE DIBE'

Seroka Navçeya Navend a Rêxistina HDP’ê Perîhan Hoşoglu a daxuyanî xwend got, “Qirkirina 37-38 a Dêrsim, komkujiyên Mereş, Sêwas û Gazî îro bi polîtîkayên hikûmeta AKP’ê didomin. AKP’ya ku perwerdeyê û jiyana civakî li gor rezikên olî şêwe dike; ferzkirina yek ol, yek mezheb zêde dibin.”

BOYKOTA DIBISTANAN

Hoşoglu anî ziman ku heta polîtîkayên AKP’ê yên li ser esasê Elewiyan tine dihesibîne û senteza Tirk-Îslam bidomin wê bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li hember polîtîkayên înkarker ên hikûmeta AKP’ê em dibistanan du rojan boykot dikin.”

Güncelleme Tarihi: 08 Şubat 2015, 18:23
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER