HDP'ê daxwaz kir ku lîste bên kontrolkirin

Endamê Desteya Rêveber a HDP Sezayî Temellî got, "Divê gelê me lîsteyên hatine daliqandin kontrol bikin, ger îtîraza wan hebe divê di pêvajoya îtîrazê de serî li amîriya mulkî bidin."

HDP'ê daxwaz kir ku lîste bên kontrolkirin
Endamê Desteya Rêveber a Navendê ya HDP MYK’ê Sezayî Temellî got, "Divê gelê me lîsteyên hatine daliqandin kontrol bikin, ger îtîraza wan hebe divê di pêvajoya îtîrazê de serî li amîriya mulkî bidin.  Lîsteyên hatine daliqandin lîsteyên der barê li ku derê deng tên bikaranîn ne. Hûn di lîsteyê de hene yan na, divê hûn tespît bikin."


Endamê Desteya Rêveber a Navendê ya HDP Sezayî Temellî diyar kir ku xebatên hilbijartinê bi tempo dimeşin, der barê sindoqan de dixebitin, got ku hewl didin xwe bigihînin yên dora sindoqan û HDP’ê vebêjin. Temellî  ji bo ewlehiya sindoqan bang li gel  kir û got: “Divê lîsteyên hilbijêran bên kontrolkirin û bi taybet jî xwendekar jî di nava vê hefteyê de kar û barên xwe yên der barê cihên ku dengên xwe lê bikar tînin, temam bikin."

Temellî anî ziman ku li gelek navend û navçeyan rêxistinên xwe ava kirine û xebatên hilbijartinê jî bi xebatên rêxistinê re dimeşînin. Temellî da zanîn ku meha Çile de bi awayekî aktîf dixebitin û got: “Hemû rêxistinên me ji bo ku HDP bendê derbas bike dixebitin.Ji bo rakirina benda ku ji 12’ê Îlonê de didome, rabe û ji bo demokrasiya Tirkiyeyê divê em bixebitin.”

Temellî bi lêv kir ku ew ji bo sindoqan xebatan dimeşînin û wiha pêde çû: “Li gorî derdora her sindoqekî  em komên xebatê ava dikin û girêdayî wê em xebatan dimeşînin. Di mijarên weke muşahît, xebatên muşahîdan û ewlehiya sindoqan de em xebatan dimeşînin û her wiha hewl didin ku xwe bigihînin hilbijêrên derdora sindoqê. Ger ku ji bo demokrastiya Tirkiyeyê pêngavek bê avêtin ev jî bi HDP’ê mimkun e.”

PIŞTGIRYA GELÊ ME GIRÎNG E

Temellî got: “Di hilbijartinên giştî de 180 hezar sindoq mijara gotinê ne. Heta ji destê me tê em hewl didin ku li ser hemû sindoqan cih bigirin û muşahîdan li ser peywirdar bikin. Piştgiriya gelê me ya dildar a di vê mijarê de gelek girîng e.”

JI BO EWLEHIYA SINDOQÊ BANG

Temellî ji bo ewlehiya sindoqan jî bang kir û wiha berdewam kir: “Bi taybet em dizanin ku dengên HDP’ê tune tên hesibandin, nakin girtekan, şaş tê jimartin an jî tên dizîn. Em bang li hemû dildarên demokrasiyê dikin ku ji bo ewlehiya sindoqan bi HDP’ê re bikevin nava tevgerê.”

DIVÊ LÎSTE BÊN KONTROLKIRIN

Temellî destnîşan kir ku divê gel biçin rêxistinên navend û navçeyan yên HDP’ê û der barê mijarên teknîkî yên hilbijartinê de xwe agahdar bikin û got: “Divê gelê me lîsteyan kontrol bikin. Ger îtîrazên wan hebe divê serî li amîriya mulkî bidin. An jî wê nekaribin dengên xwe bikar bînin. Ev lîste lîsteya ku dikarin dengan bikarbîne ne. Hûn di lîsteyê de hene yan na, divê hûn vê tespît bikin.
Dibe ku der barê cihê ku hûn dengan bikar tînin de îtiraza we hebe. Bi taybet xwendekar û yên li yurdan dimînin divê bikevin nava tevgerê. Divê bikevin nava tevgerê.”

DEMA PROPAGANDAYÊ DESTPÊ DIKE

Temellî berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku sibê dema propagandayê dest pê dike û der barê rêbazên pêwist de got divê xesasiyet bê nîşandan û got: “Me xebatê propagandayê bi taybet yên li navendên stratejîk yên weke Amed, Stenbol û Enqereyê her carê li ber çavan derbas kir û amade kir.”

EM Ê TIFAQÊ BIKIN

Temellî got ku hevdîtinên tifaqê didomin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Hevdîtinên me yê tifaqê ji hilbijartinê wêdetir ji bo demokrasiyê ye. Aliyên bêdeng ên hatine çewisandin em ê bi HDP’ê re bînin cem hev û ji bo vê baweriyek mezin bi partiya me heye. Em ê ji tifaqa hilbijartinê wêdetir tifaqa têkoşînek mezin pêk bînin. Em dikarin di vir de gavên serketî bavêjin.”

Güncelleme Tarihi: 09 Mart 2015, 15:33
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER