HDP: Li Ewropayê demildest dengan bikar bînin!

HDP: Li derveyî welat em 25-31'ê Gulanê weke 'hefteya demokrasiyê' îlan dikin. Em bang li hilbijêrên xwe dikin ku di van rojan de ji cihê kar destûrê bigirin û ji bo berhevkirina dengên ji HDP'ê re jiyanê bisekinînin.

HDP: Li Ewropayê demildest dengan bikar bînin!

Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropayê têkildarî hilbijartinên 7’ê Hezîranê de daxuyaniyek nivîskî da û banga bikaranîna dengan kir. Koordînasyonê got ku ew rojên navbera 25-31’ê Gulanê wek hefteya demokrasiyê îlan dikin û got: “Divê hemû hilbijêrên me di hefteya demokrasiyê de ji cihên karê xwe destûrê bigirin, beşeke betlana xwe di van rojan de bikar bînin. Divê ji bo dengan ji HDP’ê re berhev bikin jiyanê bidin sekinandin.

REWŞEKE LEZGÎN

Di daxuyaniya ku ji aliyê Koordînasyonê ve hat dayîn de wiha hat gotin; “Beşdarbûna hilbijartinê qels e. Ji bo ev ji holê rabe divê Koordînasyonên Hilbijartinê yên HDP’ê li her welatî xebateke baş bimeşînin. Di 31’ê Gulanê de bikaranîna dengan bi dawî dibe. Heta vê dîrokê di serî de li Elmanya û hemû welatên Ewropa divê ji bo bikaranîna dengan hewl bê dayîn. Fikra ‘ji dengekê tiştek dernayê’ di vê demê de gelek xetere ye. Di rewşeke wisa de divê hemû hilbijêrên me aktîf beşdarî pêvajoya bikaranîna dengan bin. Dengek gelek tiştî îfade dike.Divê em ji bo pêşeroja xwe dengan bikarbînin.  Peywira me ya sereke eve ku em her kesî bikin nava tevgerê.”

DIVÊ DEMILDEST DENGÊN XWE BIKAR BÎNIN

Di daxuyaniyê de bang li hilbijêran hat kirin ku hema demildest biçin dengên xwe bikar bînin û got: “Li hinek navendan ji ber sindoq kêm in, dawiya hefteyê gelek qerebalix dibe.  Ji ber vê hinek hilbijêrên me nekarin dengên xwe bikar bînin. Divê ev rewş li ber çavan bê girtin û  biçin dengên xwe bikarbînin.

Di vê çarçoveyê de em li derveyê welat rojên navbera 25-31’ê Gulanê de di esasa pêngava beşdarbûna jiyana nû de ‘hefteya demokrasiyê’ îlan dikin.  Divê hemû hilbijêr dest ji kar berdin, ji bo HDP’ê dengan berhev bikin, jiyanê bidin sekinandin. Divê ji bo zêdetir dengî, her kes serferber be.  Hefteya Demokrasiyê tê wateya, beyî demê wenda bike niha dengê xwe bide HDP’ê ye.  Hefteya demokrasiyê hedef dike ku hêza muxalefeta demokratîk zêdetir derxîne holê ye.  Em bang li hemû jin, xebatkar, esnaf, ciwan, karsaz û xwendekaran dikin ku dengên xwe bikarbînin. Welatparêz û alîgirên me divê dûrbûnê wek asteng nebînin û van hemûyan li aliyekî bihêlin û denga xwe bikarbînin.”

DIVÊ HER HILBIJÊR DU KESAN BIBE SER SINDOQÊ

Di berdewamiyê de hat gotin ku divê her hilbijêrek 2 destekvanên nû yên HDP’ê bibe ser sindoqê. Her wiha hat diyar kirin ku divê her kes vê wek peywirê bibîne û hêza xwe bi awayekî herî xurt bike tevgerê. Hat destnîşan kirin ku ji bo pêşerojeke azad û kêfxweş em hêza xwe di HDP’ê de bikin yek û wiha berdewam kir: “Li hemû dergah, navendên çanda elewî, komele, lokal, malên çandê, navendê civakî û saziyên me otubus û wesayît hatine temînkirin.  Organîzasyona me heye ku em gel bê pere dibin bajarekî din. Divê em ji vê zîhniyeta ku her roj heqeretê li dike re bêjin êdî bes e. Divê em desturê nedin dîktatoriya Erdogan.”

Güncelleme Tarihi: 22 Mayıs 2015, 15:05
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER