HES'ên sûlava Bêgirê ziwa kirin hatin protestokirin

Santrala Hîdro Elektrîk a Ayrancilarê (HES) ya ku li ser ava Sûlava Bêgirê ku yek ji parçeyên herî xweşik ên xwezaya Wanê ye, tê avakirin bi dawî bû.

HES'ên sûlava Bêgirê ziwa kirin hatin protestokirin
Santrala Hîdro Elektrîk a Ayrancilarê (HES) ya ku li ser ava Sûlava Bêgirê ku yek ji parçeyên herî xweşik ên xwezaya Wanê ye, tê avakirin bi dawî bû. Bi hezaran kes tevlî daxuyaniya çapemeniyê bi armanca protestokirina HES’ê hate lidarxistin bûn. Wesayitên leşker û polîsan jî hatin cihê daxuyaniya çapemeniyê wê lê bihata lidarxistin.


Daxuyaniya çapemeniyê bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komîsyona Ekolojiyê ya Wanê KCD’ê û Komîsyona Ekolojiyê ya Yekîtiya Rêveberên Herêmî yên Demokratîk hate lidarxistin. Bi hezaran kes avakirina bendava ku li jora Sûlava Bêgirê  ku yek ji parçeyên herî xweşik û bedew ên Wanê ye, protesto kirin. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer, Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Sîracettîn Sirma, Hevserokê DBP’ya Wanê Prz. Mîraz Çalli, rêveber û endamên rêxistinên HDP-DBP’ê yên Wanê, Hevşaredara Wanê Hatîce Çoban, Hevşaredarê Bedlîsê Huseyin Olan, Hevşaredara Îdirê Şaziye Onder, Hevşaredara Colemêrgê Dîlek Hatîpoglu, Hevşaredarên Navçeyê, nûnerên rêxistinên sivîl, Parêzerên Ekolojiya Hawirdorê (ÇEHAV), Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, TUYAD-DER’a Wanê, xebatkarên MEYA-DER’a Wanê, endamên akademiyên siyasî, şaredarî û meclîsên giştî yên navçe û bajaran ên Colemêrg, Îdir, Qers, Wan, Bedlîsê tevlî merasimê bûn.

Girse li ber avahiya DBP’ya Bêgirê li hev kom bû û heta Behçetlerê meşiyan. Di meşê de pankartên “Em mezin difikirin, HES’an naxwazin”, “Em bi deng nabin, bê nav namînin”, “Li dijî HES’an, bijî jiyan” hatin vekirin. Beriya girse ji navçeyê derkeve ji ber ku benda polîsan û wesayitên leşkerên Tirk ên ku hatin pêşiya meşê gengeşe çêbû. Lê girseyê guh neda benda polîsan û bendê derbas kirin.

‘BI PÊKANÎNA PROJEYAN XWEZA Û DÎROK TINE DIBE”

Girseya gel li ber Sulava Bêgirê li hev kom bû û dirûşmên li dijî HES’ê gotin. Daxuyaniya çapemeniyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê destpê kir. Piştre Serokê Komeleya Hawirdorê ya Wanê (Çev-Der) Alî Kalçik axivî û diyar kir ku feraseta kapîtalîst bandoreke nerênî li hemû aliyên jiyanê dike.

Piştre endamê Komîsyona Ekolojiyê ya Wanê ya KCD’ê Fatîh Şahîn jî da zanîn ku li navçeyên Wanê Bêgirê, Ebax, Elbax, Miksê, Erdîş û Şaxê 3 bendavên ewlekariyê û 32 projeyên HES’ê hene. Şahîn diyar kir ku li gel pêkanîna van projeyan dîrok û xwezaya herêmê tine dibe.

‘WÊ SULAVA BÊGIRÊ TINE BIBE, EM JI VÊ RE BÊJIN RAWESTE

Yasemîn Ozdemîr li ser navê Pêkhateyên Ekolojiyê yên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) axivî û diyar ku projeyên HES’ê yên ku li jor û jêra Sûlava Bêgirê têne avakirin, wê Sulava Bêgirê tine bikin. Ozdemîr diyar kir ku ew ê tevî gelê herêmê li dijî projeyên HES’ê ku ziyanên mezin didin xwezaya herêmê, têbikoşin.

UÇER: SÛLAVA BÊGIRÊ HATE ZIWAKIRIN

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer diyar kir ku ava gel çeng bi çeng tê firotin û ev yek bûye sektorek. Uçer bal kişand ku dewlet hewl dide ku bi destê xwe Sûlava Bêgirê tine bike û da zanîn ku bêyi ku hevsengiya xwezayê xera bibe, dikarin enerjiya elektirîkê bê hilberandin. 

Güncelleme Tarihi: 29 Mart 2015, 20:41
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER