Hevseroka Cizîrê: Hilbijartinên 7'ê hizêranê destpêka guhertinê ye

Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsif diyar kir ku hilbijartinên 7’ê hizêranê yên Bakruê Kurdistanê û Tirkiyê dê bibin destpêka qonaxeke nû ya hemû Rojhilata Navîn.

Hevseroka Cizîrê: Hilbijartinên 7'ê hizêranê destpêka guhertinê ye
Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsif diyar kir ku hilbijartinên 7’ê hizêranê yên Bakruê Kurdistanê û Tirkiyê dê bibin destpêka qonaxeke nû ya hemû Rojhilata Navîn. Yûsif bang li hemû pêkhateyên li Tirkiyê û Bakruê kurdistanê kir ku dengê xwe bidin HDP’ê.


Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsif têkildarî hilbijartinên 7’ê hizêranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tikriyê ji ANHA’yê re axivî û got ku hilbijartin dê pêngaveke girîng ji gelê Bakruê Kurdistanê re bi xwe re bîne û ev tişt anî ziman: ˮPêwîste hemû pêkhateyên Bakurê Kurdistnê û Tirkiyê ji bo avakirina pêşerojeke demokratîk dengê xwe bidin HDP’ê.ˮ

Hediye Yûsif di berdewama azaftina xwe de bal kişand ser şoreşa Rojava û wiha dom kir: ˮŞoreşa Rojava rihê demokratiyê û jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyên herêma Rojhilata Navîn ji nû ve jiyan kir. Di heman demê hilbijartinên 7’ê hizêranê dê destkeftiyên şoreşa Rojava bidomîne û wê roleke pêşeng di demokrasîkirina hemû Rojhilata Navîn de bilîze.ˮ

Yûsif, her wiha bal kişand ser meşên pişgiriya bi HDP’ê re û wiha dom kir: ˮMeş û mîtingên mezin ên ji bo pişgiriya HDP’ê yên li Bakur û Tirkiyê têne lidarxistin, piştgiriya mezin a bi HDP’ê diyar dike ku gelê Bakur xwe amade kirine ku nûnertiya rihê guhertina li herêmê û Rojhilata Navîn bikin.ˮ

Di dawiya axaftina xwe de Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsif got ku ew bi hemû hêza xwe pişgiriyê didin HDP’ê û hemelya wan a Hilbijartinan û wiha axivî: ˮBi navê min û navê hemû welatiyên ROjava, em bawer in ku gelê Bakur dê nûnertiya vîna zad bike û dengên xwe bidin HDP.ˮ

Güncelleme Tarihi: 02 Haziran 2015, 20:11
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER