Heyeta Kurd bi parlamenterê Spanî re hevdîtinkir

Komîteya Piştevaniya Gelê Kurd û Rojava ya li Spanyayê, bi parlamenterê Partiya Yekîtiya Çep Joan Josef Nûetî Pûjols re hevdîtinek pêk anî û li ser daxwaza derxistina navê PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' dosya pêşkêş kir.

Heyeta Kurd bi parlamenterê Spanî re hevdîtinkir
 Komîteya Piştevaniya Gelê Kurd û Rojava ya li Spanyayê, bi parlamenterê Partiya Yekîtiya Çep Joan Josef Nûetî Pûjols re hevdîtinek pêk anî û li ser daxwaza derxistina navê PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' dosya pêşkêş kir.

Li paytexta Spanya Madrîdê, heyeta Komîteya Piştevaniya Gelê Kurd û Rojava ya ji Dr. Mûstafa, Fernando Fernando, Zekî Batûr û Mazlûm Heval, bi Parlamenterê Partiya Yekîtiya Çep Joan Josef Nûetî Pûjols re hevdîtinek pêk anî.

Di hevdîtinê de li ser daxwaza derxistina navê PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' ya Yekîtiya Ewropayê sê dosya hatin pêşkêş kirin. Pûjols li heyetê guhdarî kir û li ser mijarên dema ragirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêvajoya çareseriyê, rewşa li Kobanê û gelemperiya Rojavayê Kurdistanê pirs pirsî. Endamên heyetê jî parlamenter agahdar kirin.

Dan xuyakirin ku ji bo navê PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin, divê parlamenterên Spanî xebatekê bidin destpêkirin.

Dr. Mûstafa der barê rewşa li Kobanê de agahî da û diyar kir ku pêwîstî niha bi ji nû ve avakirina Kobanê heye. Dr. Mûstafa got, "Divê hemû Ewropî alîkariyê bidin" û anî ziman ku ji bo korîdor vebe girîng e zext li dewleta Tirkiyeyê bê kirin.

Zekî Batûr jî da xuyakirin ku ji bo siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê bi awayekî azad siyasetê bikin, şert e qedexeya li ser PKK'ê were rakirin.

Endamê heyetê Mazlûm Heval jî ragihand ku li dijî komploya navneteweyî û tecrîda 16 salan Ocalan hewl dide pêvajoya aştiyê biafirîne.

Parlamenter Pûjols jî da zanîn ku ew ê heman xebata xwe ya ji bo derxistina navê FARC'ê ji lîsteya 'terorê' meşandin, ji bo PKK'ê jî bimeşînin. Da xuyakirin ku Partiya Yekîtiya Çep a li Parlamentê xwedî 25 kursiyane wê di rojên pêş de pêşniyarpirsê pêşkêş bike.

Güncelleme Tarihi: 11 Şubat 2015, 10:35
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER