Ji bo meşa girseyî û 15’ê Sibatê bangawazî

DBP’a Yenîşehîrê ji bo meşa der barê şermezarkirina 15’ê Sibatê ya komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, belavok belav kir.

Ji bo meşa girseyî û 15’ê Sibatê bangawazî
DBP’a Yenîşehîrê ji bo meşa der barê şermezarkirina 15’ê Sibatê ya komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, belavok  belav kir.


Ligel Hevserokê DBP’a Yenîşehîrê Murat Ondeş û Sedriye Sular, rêveberên DBP’ê, hevşaredarên Yenîşehîrê Ulku Baytaş û endamên endamên meclîsê, gelek kes tevlî belavkirina belavokan a li taxên Ferît Koşk û 450 Evler a Yenîşehîrê bûn.

Li wir Murat Ondeş axaftinek kir û gel bi dirûşman piştgirî da. Ondeş got: “Em komploya navneteweyî lanet dikin. Em Kurdan ev roj wek roja reş di dîrokê de qeyd kiriye. Em hemû gelê xwe dawetî qadan dikin ku 15’ê Sibatê şermezar bikin.”

Hevşaredar Ulku Baytaş jî got ku 15’ê Sibatê komploya herî giran a di cîhanê de nehatiye dîtin e û  bi komploya pêk hatiye ne tenê li hember Rêberê Gelê Kurd, li dijî îradeya hemû gelê Kurd pêk hatiye. Baytaş got ku gelê Kurd komplo vala derxistiye û hemû gel dawetî qadan kir.

Güncelleme Tarihi: 12 Şubat 2015, 11:20
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER