Ji bo Newroza Amedê wê 97 otobûs bixebitin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rêgehên otobûsan ji bo Qada Newrozê diyar kirin û 97 otobûs ji bo xelkê bi rehetî bînin û bibin hatin peywirdarkirin.

Ji bo Newroza Amedê wê 97 otobûs bixebitin
 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rêgehên otobûsan ji bo Qada Newrozê diyar kirin û 97 otobûs ji bo xelkê bi rehetî bînin û bibin hatin peywirdarkirin.


Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê xebatên xwe yên ji bo pêşwazîkirina Cejna Newrozê gihandin asta dawî. Çavlirê ye ku bi sed hezaran kes beşdarî Newrozê bibin. Şaredariyê, hemû rêyên diçin Qada Newrozê kontrol kirin, kort û çalên wan dagirtin û ev du hefte ne jî li Parka Newrozê xebatên seroberkirinê dimeşîne.

Şaredarî wê pêşwaziya mêvanên Newrozê bike, îro jî, rêgehên ku xelkê wê bînin Qada Newrozê kifş kirin û ji bo bicihanîna vî karî jî 97 otobûs xistin ber xizmetê.

CIHÊN KOMBÛNÊ DIYAR BÛN

Serokatiya Daîreya Veguhastinê, ji bo Cejna Newroza Amedê ku 21’ê Adarê roja Şemiyê tê lidarxistin, ji bo xelk bi hêsanî karibe xwe bigihîne qadê gelek qonaxên kombûnê li Rezan, Yenîşehir, Sûr û Peyasê destnîşan kirin. Şaredariyê 21 derên kombûnê li Rezanê, 19 Peyasê, 23 Sûrê û 30 jî li Yenîşehirê kifş kirin, ev cih û hejmara otobûsan wiha ye:

“Li Baglar Dortyol 4, Korhat 4, Sari Park 7, Oryiê 6, H. Evlerî 4, 500 Evler- Afet Evlerî 4, Tekel 7, Pirinçlik 2, Rêxistina Navçeyê ya Kayapinar 2, B. Başi 5, Mardîn Kapi 6, Çarikli 2, Kabe 2, Zozinç- Fîskaya- Yurt 1, 450 Evler 3, Ben u Sen 4, Şehîtlîk- PêşiyaEt Balik 4, Toplu Konut 5, Uçkuyu 5, Îplîk 4, Ferît Koşk 2, Kum Ocaklari Koylerî 3, ji bo Protokol 4.”

Güncelleme Tarihi: 17 Mart 2015, 19:22
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER