Jin li Amedê ji bo Ozgecan meşiyan

Li Amedê saziyên jinan ji bo Ozgecan Aslan a li Mersînê hat qetilkirin meşiyan.

Jin li Amedê ji bo Ozgecan meşiyan
Li Amedê saziyên jinan ji bo Ozgecan Aslan a li Mersînê hat qetilkirin meşiyan. Piştî meşê Hevseroka DBP'a Amedê Hafîze Îpek got ku wê wek jinên Kurd û Tirk yekîneyên parastina cewherî ava bikin.


Qetilkirina xwendekara zanîngehê Ozgecan Aslan  a 20 salî li Amedê ji aliyê saziyên jinan ve hat şermezarkirin.

Di meşê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Parlamentera HDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane, Alîkara Hevserokê Giştî ya HDP'ê Meral Danîş Beştaş, endamên KJA, Xwendekarên Lîseya Suleyman Demîrel û Fatîh Anadolu Îmam Hatîp û gelek jin tevlî meşê bûn. Di meşê de pankartên "Em li dijî kujerên Ozgecan bi ruhê têkoşîna Kobanê li ber xwe bidin", "Ji komkujiya jinan re çareserî heye, dewlet gavên şênber naavêje" û "Destên dirêjî jinan bibin em ê bişkînin" û dirûşmên "Jin Jiyan Azadî", "Destên ku dirêjî jinan bin bişkên", "Mêr dikuje, dewlet diparêze", "Bijî berxwedana Kobanê" û "Amed ranakeve li Ozgecan xwedî derkeve" hatin berzkirin. Dema girse gihişt semta Ofîsê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Lê belê, ji ber hêrsa jinan polîsan benda xwe rakir.

Piştî girse gihişt li ber AZC Plaza, daxuyanî ji aliyê Aktivîsta Navenda Jinan a Kardelen Mukades Alataş ve hat xwendin. Alataş bal kişand li ser zêdebûna qetlîamên jinan û anî ziman ku kuştina herî hovane di kesayeta Ozgecan de hat nîşandan. Alataş diyar kir ku em hemû kujerên jinan û yên wan xwedî dikin şermezar dikin. Alataş di dawiya axaftinên xwe de destnîşan kir ku hişmendiya AKP'ê û çeteyên DAIŞ'ê yeke û anî ziman ku ew ê heya dawiyê li qadan li dijî tundiya jinan li ber xwe bidin.

Piştî xwendina daxuyaniyê Hevseroka DBP'a Amedê Hafîze Îpek got, “Em ê bi tevayî jinên cîhanê, jinên Kurd û Tirk re yekîneyên parastina cewherî ava bikin.” Îpek diyar kir ku ew îro di serhildanê de ne, ne di şînê de ne. Îpek destnîşan kir ku makezagonên tên guhertin hemû li dijî jin, zarok û mafên mirovan in. Îpek anî ziman ku kesê îro darvekirinê tînin çima heya niha zagonên bi rêk û pêk çênekirine. Em li dijî darvekirinê ne."

Meş û daxuyanî bi dirûşman dawî bû.

Güncelleme Tarihi: 17 Şubat 2015, 18:21
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER