Jinên ber bi azadiya Ocalan ve dimeşin

Jinên di salvegera 16. a komploya navneteweyî de ber bi azadiya Ocalan ve dimeşin dibêjin, "Em ê nasnameya xwe ya bi Ocalan re nas kir, bi azadiya Ocalan re tacîdar bikin."

Jinên ber bi azadiya Ocalan ve dimeşin
 Jinên di salvegera 16. a komploya navneteweyî de ber bi azadiya Ocalan ve dimeşin dibêjin, "Em ê nasnameya xwe ya bi Ocalan re nas kir, bi azadiya Ocalan re tacîdar bikin."

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE), Komploya Navneteweyî ya di kesayetiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li hemberî Kurdan hat kirin, di salvegera 16. de hat protestokirin.

Jinan, bi daxwaza azadiya Ocalan, ji Bernê heta Strasbourgê dest bi meşa dirêj kirin.

Hin jê ji ber zexta dewletê beriya çend salan ji Kurdistanê hatin bajarên cuda yên Ewropayê, hin jê jî zarokên Kurdistaniyên li sirgûnê dijîn e. Çîroka her yek ji wan cuda ye, lê gelekî dişibin hev.

Dayika Sûltan 66 salî ye, bi eslê xwe Ereb e. Ji ber zexta dewletê beriya demeke dirêj ji neçarî xaka xwe terikand û li Brukselê bicih bû. Sûltan Ûgraş hestên xwe bi vî rengî tîne ziman: "Ji bo azadiya Ocalan û gerîla li vê derê me. Heta ku em dîwarên Îmraliyê hilweşînin û gerîlayên xwe bi awayekî bi rûmet tevlî siyasetê bikin, em ê li qadan bin. Heta hilma xwe ya dawî ez ê li qadan bim. Jiyana min ne girîng e, eger ji bo vî gelî ewqasî ciwanan jiyana xwe ji dest dabin, em ê li qadan bin. Ez dayika aştiyê me, alîgirê aştiyê me, lê li gel vî emrê xwe jî ji şer re jî amade me!"

EM TARÎTIYÊ RONÎ BIKIN

Çile Hasanzade hînê gelekî ciwan e, ji Rojhilat. Bi gotina "Ji bo azadiya Ocalan li vê derê me" dest bi axaftina xwe dike. Çile diyar dike ku 15'ê Sibatê ji bo wan her tim 'roja reş' e û dibêje, "Ji bo em tarîtiyê ronî bikin, em li vê derê ne." Çile da xuyakirin ku jinê rengê xwe bi Ocalan re dîtiye û destnîşan kir ku divê hemû ciwan ji bo azadiya Ocalan dakevin qadan.

AZADIYA OCALAN AZADIYA JINÊ YE

Gulderen Sevîm MLKP'yî ye û bi eslê xwe Terekeme ye. Ji Baselê, bi rengê xwe, bi nêrîna xwe ya siyasî tevlî meşa azadiyê bûye. Sevîm dibêje, "Azadiya gelekî azadiya rêbertiya wî gelî ye. Gelekî rêberê xwe ne azad be, ew bi xwe jî azad nîne. Em weke jinên alîgirên azadiyê, dixwazin Ocalan azad bibe. Em bawerin ku bi vîna jinê wê Ocalan azad bibe. Azadiya Ocalan jî wê bibe azadiya tevahiya jinên Kurd. Em jinên MLKP'yî jî, em ê alîgirê vê bin."

'MIN BI OCALAN XWE NAS KIR'

Bîrsen Poyraz jî ji Îngilîstanê tevlî bûye. Di wê baweriyê de ye ku sala 2015'an wê bibe 'sala azadiyê. Poyraz dibêje, "Min bi Ocalan xwe nas kir û azadiya xwe jî di azadiya wî de dibînim." Poyraz destnîşan dike ku Ocalan dîroka jinê ya hatiye tinekirin ji nû ve derxistiye holê û got, "Pêwîste xwedîderketina li Ocalan wezîfeya her kesî be."

'AZADIYA OCALAN HEMÛ JINAN ELEQEDAR DIKE'

Ummuhan Surmelî bi eslê xwe Tirk e, ji bajarê Swîsre Baselê beşdarî meşê dibe. Destnîşan dike ku Ocalan wê azad bibe. Balê dikşîne ser keda mezin a Ocalan a ji bo azadiya jinê û iyar kir ku azadiya Ocalan ne tenê jinên Kurd tevahiya jinan eleqedar dike. Surmelî got, "Eger Ocalan alîgirê azadiya jinê be, divê em jî alîgirê azadiya wî bin. Jin wê bi Ocalan re ber bi azadiyê ve bimeşin."

'EM BAWER DIKIN, EM Ê BI SER BIKEVIN'

Fîdan Yeter ji Awûstûryayê beşdarî meşa azadiyê dibe. Xwendekara Fakulteya Zanistên Siyasî ye. Li sirgûnê ji dayik bûye û mezin bûye, lê belê ji gel û rastiya xwe qut nebûye. Tevî ku di dema komploya navneteweyî ya li hemberî Ocalan de zarok bû, bi êşa komployê daye wê, mezin bûye. Yeter di wê baweriyê de ye ku ji bo azadiya Ocalan divê her kes dakevin qadan û dibêje, "Em jinên ciwan ji azadiyê bawer dikin û em ê bi ser bikevin."

Güncelleme Tarihi: 05 Şubat 2015, 17:36
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER