Karasû: Gelê Kurd ê komplo fêm kir, têk naçe

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû got, "Têgihiştina komployê, têgihiştina herî kûr a azadiyê, û demokrasiyê ye. Gelê Kurd ê komplo fêm kir, têk naçe. Gelê Kurd, wê têkoşîna azadî û demokrasiyê bi awayekî serketî bimeşîne û bi ser bixîne."

Karasû: Gelê Kurd ê komplo fêm kir, têk naçe
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû got, "Têgihiştina komployê, têgihiştina herî kûr a azadiyê, û demokrasiyê ye. Gelê Kurd ê komplo fêm kir, têk naçe. Gelê Kurd, wê têkoşîna azadî û demokrasiyê bi awayekî serketî bimeşîne û bi ser bixîne."


Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû bang li gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têbikoş in. Karasû, komploya navneteweyî, bandora wê li ser gelê Kurd, helwesta Rêberê Gelê Kurd, gelê Kurd û têkoşîna azadiyê ya li dijî komployê ji ANF'ê re nirxand.

Karasû da xuyakirin ku komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî yekser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hedef girtiye û got, "Tevgera Azadiyê ya Kurd tevgereke Rêbertiyê ye. Tevgereke ku bi gotina destpêkê ya Rêbertiyê destpê kir, mezin bû û bi pêş ketiye. Bi bêbandorhiştina RÂebertiyê re xwestin PKK'ê, Tevgera Azadiyê ya Kurd bêbandor bihêlin."

Karasû diyar kir ku bi sekin, berxwedan û kûrbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Girava Îmraliyê, bi kombûna gel a li dora Ocalan û bi kombûna gel a li dora PKK'ê re komploker negihaştine armanca xwe û ev xal destnîşan kir:

"Ji ber ku gelê me xwedî têgihiştineke mezin bû. Dizanîbû ku gelên xwedî li Rêberê xwe derneketine di herikîna dîrokê de çawa winda kirine. Dizanîbû ku gelê bi tevgera xwe re nebûye yek, çawa biser neketine. Lewma rastiya Rêbertiyê û rastiya PKK'ê, rastiya zanekirina gel e. Rastiya dayîna hişmendiya dîrokê ji bo gel e."

Karasû destnîşan kir ku gelê Kurd her tim bi Rêbertiya xwe re bû yek, her tim ji Rêbertiya xwe bawer kir û got, "Eger îro PKK li Rojhilata Navîn siyasetê diyar dike, eger gelê Kurd li Rojhilata Navîn veguheriyeke hêzeke siyasî ya bi bandor, ev yek ji encama dilsoziya bi Rêbertiya xwe, girêdana bi tevgera xwe ye."

Karasû bal kişand ser vê bandora komployê ya li ser gelê Kurd: "Em dikarin vê bi hêsanî bêjin; Têgihiştina komployê, têgihiştina herî kûr e, têgihiştina azadiyê ya herî kûr e, têgihiştina demokrasiyê ya herî kûr e. Gelê Kurd ê komplo fêm kir, têk naçe. Gelê Kurd ê komplo fêm kir, wê têkoşîna azadî û demokrasiyê bi awayekî serketî bimeşîne û bi ser bixîne. Lewma ev 16 sal in gelê me komplo fêm kiriye. Gelê me ji komployê ders derxistiye û xwe xurt kiriye."

Karasû ragihand ku eger li dijî komployê têkoşîneke mezin nehatibû dayîn, li hemberî komployê sekna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nebûya, têkoşîna mezin a Tevgera Azadiyê nebûya, gel li dijî komployê bi Rêber û tevgera xwe re nebûya yek, wê Şoreşa Rojava pêk nehatibûya û got, "Şoreşa Rojava serketina tevger û têkoşîna gel e.

Güncelleme Tarihi: 13 Şubat 2015, 12:32
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER