'Li dijî komployê jiyana azad hat avakirin'

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî der barê komploya navneteweyî de axivî û diyar kir, ku gelê Kurd ji sala destpêkê ve 15'ê Sibatê weke roja bêbandorkirina komployê nirxandiye û têkoşîna xwe derxistiye asta herî bilind.

'Li dijî komployê jiyana azad hat avakirin'
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî di salvegera 16. de der barê komploya navneteweyî de axivî û diyar kir, ku gelê Kurd ji sala destpêkê ve 15'ê Sibatê weke roja bêbandorkirina komployê nirxandiye û têkoşîna xwe derxistiye asta herî bilind. 


Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî, hemû hêzên komploya navneteweyî pêk anîne, bi hêrseke mezin lanet û şermezar kir. Ronahî, cangoriyên bi şiyara 'Hûn nikarin roja me tarî bikin, bê Rêbertî jiyan nabe' çalakiya fedaî lidar xistin bibîr anî, gelê Kurd ê ji heft heta heftê salî ji bo pûçkirina komployê têkoşiya silav kir û bibîr xist, ku ev komplo di encama biryareke hevpar a dewletên NATO'yê de pêk hatiye.  Ronahî da xuyakirin, ku ji ber ev yek di hiqûqa navneteweyî de nikare bê ravekirin, ji aliyê hêzên taybet Tladyo ve hatiye meşandin.

'DI KOMPLOYÊ DE ROLA MEJÎ LÎSTIYE'

Ronahî da zanîn, ku derketiye holê hiqûqa mafên mirovan a dewletên Yekîtiya Ewropayê gelekî pê pesnê xwe didin, ji bo kesan bi taybetî tê bicihanîn, maskeyên wan ketine û dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd bûye mijara gotinê hiqûq bi ti awayî bicih nehatiye anîn. Ronahî got, "Plana Îsraîlê ya dixwaze proto-Îsraîl li Rojhilata Navîn bi Kurdan bide avakirin, tê zanîn. Ji ber ku Rêbertiya me li dijî vê asteng dîtiye, di vê komployê de rola mejî lîstiye. Bi salan xwestine bandora Rêberê me ya li ser gelên Rojhilata Navîn qels bikin. Dema ev yek bi ser nexistin, hewl dan bi komployê ji aliyê fîzîkî ve ji holê rakin. DYA jî ji bo hevalbendê xwe yê stratejîk Tirkiyeyê bi xwe ve girê bide, ev yek weke firsendeke dîrokî dîtiye. Lê tiştekî ku nedîtibûn û nekarî hesab bikin îtiraf kirin. Ya ku hesab nekirin ew bû ku milîtanên gelê Kurd û Rêbertiyê wê bi berdêla mirinê xwedî li Rêbertiyê derkevin, li dora wî xeleka ji agir çêbikin. Polîtîkaya parçe bike-bi xwe ve girê bide û birêve bibe ya Îngilîstan bi salane li Rojhilata Navîn dimeşîne, ket xeteriyê. Di kesayetiya Rêbertiya me de rastiya gelekî berxwedêr derket holê. Ev yek ji bo gelên Rojhilata Navîn veguherî çavkaniya îlhamê. Lewma di komployê de yekser bi hevkarî tevgeriyan."

Ronahî da xuyakirin ku hêzên kompoker xwestin, gelên Kurd û Tirk berdin hev, rewşeke şer a bêdawî derxînin holê û anî ziman ku ji ber vê yekê berxwedana ji rêzê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kirin.

'ÎMRALI PÊKHATINA ÇÊBÛNA SÊYEMÎN E'

Ronahî diyar kir ku armanca dayîna biryara darvekirinê û bicihanîna vê biryarê bû û got, "Li gorî plana wan, vê yekê nikaribin bi ser bixînin jî hesab dikirin ku Rêber Apo bêwate bikin."

Ronahî ragihand ku pêngavên polîtîk û têkoşîna Ocalan di asta dîrokî de girîng in û got, "Ji destpêka pêvajoya Îmraliyê û vir ve ya li Îmraliyê hatiye bi ser xistin, pêkhatina çêbûna sêyemîn e. Bi parêznameyên xwe ji pênc cîldan re vegot." Ronahî da zanîn ku Ocalan mijarên hegemonya, şaristanî, deshilatdarî û polîtîka, dewlet, çîn, mêtîngerî, qirkirin, civak û sosyalîzm ji nû ve pênase kiriye û qirkirina sergirtî ya li ser Kurdan tê ferzkirin, kifş kiriye.

'SEKNA RÊBERÊ ME KOMPLO PÛÇ KIRIYE'

Ronahî da xuyakirin ku di salvegera 12. a komployê de Ocalan mizgîniya pûçbûna komployê daye gelê Kurd û anî ziman ku di serî de tinekirina PKK'ê gelek aliyên komployê bicih nehatine, berevajî PKK bêhtir civakî bûye, di serî de li Rohliata Navîn li nava hemû gelan têkoşîna wê hatiye pejirandin. Ronahî axaftina xwe wiha dewam kir: Sebra mezin a Rêberê me û sekna wî ya xweser, afirîner û sentezî, komplo ji gelek aliyan ve pûç kiriye. Berxwedana gelê me û têkoşîna tevgera me, rêhevalên me Rojbîn, Berwar, Kurdê, Rotînda yên li dora Rêberê me bedena xwe kirin xeleka ji agir, di pûçkirina vê komployê de roleke dîrokî lîstine. Hem Rêberê me fêm kirine, hem jî ji aliyê fîzîkî ve ew parastine."

'BÛ HÊVIYA AZADIYÊ YA JINÊN LI ROJHILATA NAVÎN'

Ronahî diyar kir ku ji xebatên bingehîn ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xebata jinê, ji bo azadiya jinê di asta dîrokî de girîng e û got, "Projeya jiyana azad a Rêber Apo dixwest biafirîne, nîvco nema. Berevajî, xwe guhert, veguhert û bi pêş de çû. Bersiva destpêkê ya li komployê, bi partîbûyîna jinê re hat dayîn."

Ronahî da xuyakirin ku jinê her çend di destpêkê de zehmetî kişandibe jî ji aliyê xwe ve têkoşîneke xurt a bersivdayîna komployê meşandiye û got, "Hewl da îdeolojiya rizgariya jinê jiyanî bike, zemînên azadiyê mezin bike, rêxistinbûyîn û sazîbûna pêwîst pêk anî. Di çarçoveya paradîgmaya nû de xwe ji nû ve birêxistin kir. Her wiha paralelî KCK'ê sîstema KJK'ê ava kir. Ji pêvajoya avakirina jiyana nû û neteweya demokratîk re di asta pêşengiyê de îdîaya xwe danî holê." Ronahî destnîşan kir ku tevgera azadiyê ya jinên Kurd bûye hêviya azadiyê ya jinên Rojhilata Navîn.

'TIRKIYE DI QONAXA BIRYARDAYÎNÊ DE YE'

Ronahî bibîr xist ku berî û piştî komploya navneteweyî, Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd heyşt-neh caran agirbest ragihandiye û got, "Lê belê her carê ya ji bo tinekirinê yan jî ji bo mayîna li ser desthilatdariyê hat îstîsmarkirin. Herî dawî Rêberê me careke din ji bo muzakere û çareseriyê, bi banga Newrozê re şenseke din da hikûmet û dewletê. Wer xuyaye, ev yek ji bo çareseriyê şensê dawî ye. Qonaxa Tirkiye niha lê ye qonaxa biryardayînê ye. Wê di rewşa hegemonîk de israr bike, yan jî destûra xwe ya bingehîn ji binî ve biguherîne û esasên komara demokratîk bicih bîne. Israra di olîgarşiyê de wê were wateya şerekî topyekûn, komara demokratîk jî muzakere û aştî ye."

Güncelleme Tarihi: 10 Şubat 2015, 10:03
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER