Li Dêrsimê xwendekaran girtin û binçavkirin protesto kirin

Xwendekarên li Dêrsimê girtin û binçavkirin protesto kirin anîn ziman ku haya wan ji stratejiya şerê taybet a li zanîngehan heye û destnîşan kirin, ku ew ê bêyî dayîna tawîzê têkoşîna xwe dewam bikin.

Endamên Komeleya Xwendekarên Azad a Dêrsimê (DO-DER), bi armanca şermezarkirina girtin û binçavkirinên di demên dawî de zêde bûne li Kolana Hunerê kom bûn û ber bi Midûriyeta Emniyetê ve meşiyan.

'HAYA ME JI STRATEJIYA ŞERÊ TAYBET HEYE'

Di çalakiyê de, binçavkirina xwendekar Şehrîban Firathan a ji ber tevlî meşa jinan a li Dêrsimê bû, hat protestokirin. Li ser navê xwendekaran Baran Yîgît daxuyaniyek da û got, "Haya me ji stratejiya şerê taybet a tê xwestin li ODTU, Enqere, Ege û li Çewlikê bê meşandin, heye. Tevî her tiştî jî em ê têkoşîna xwe bilind bikin."

'EM Ê TAWÎZÊ NEDIN'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Weke ciwanên welatparêz, di têkoşîna xwe ya avakirina pêşerojeke demokratîk û azad de em ê ji sekna xwe ya biryardar ti carî tawîzê nedin." Li dû daxuyaniyê xwendekaran li ber Midûriyeta Emniyetê ji bo pênc deqeyan çalakiya rûniştinê lidar xistin. Girseya gel dûre bi qîrîna dirûşmên "Binçavkirin, girtin, zext nikarin bi me" meşiya.

Güncelleme Tarihi: 11 Mart 2015, 14:57
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER