Li kampa AFAD'ê şewat derket: 1 jê giran 3 zarok birîndar bûn

Li kampa AFAD'ê ya li Rihayê ku 5 meh piştî koça ji Kobanê hat vekirin, şewat derket. Ji ber şewatê 3 zarokên li kampê birîndar bûn. Rewşa yek ji birîndaran giran e.

Li kampa AFAD'ê ya li ser rêya Rihayê ji aliyê dewletê ve ji bo Kobaniyan ji 6 wargehên Şaredariyê derxînin vekir, şewat derket. Ji ber şewata ku tê îdîakirin ji ber sobeya elektrîkê rû daye, konê malbata Mihemed şewitî. Di bûyera saet di 01:00 de ji malbatê Diyar ê 13 salî, Şiyar ê 12 salî û Alî Mihemed ê 14 salî birîndar bûn.

Ji birîndaran Diyar û Alî piştî tedawiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê vegeriyan kampê, lê zarokê bi navê Şiyar ê rûyê wî şewitiye rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Înan a li Rihayê.

Güncelleme Tarihi: 16 Şubat 2015, 12:36
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER