Li Misricê 6 kes hatin binçavkirin

Misric bi serdegirtina polîsan dest bi rojê kir. Li navçeyê, tîmên taybet û polîsên sivîl avêtin ser malan û di encamê de 2 jê zarok 6 kes, bi hinceta tevlî protestoyên ji bo Kobanê bûne kirin binçavan.

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de, li navçeya Sêrt Misricê, polîsên rûyê xwe pêçandibûn avêtin ser hin malan û 2 jê zarok 6 kes kirin binçavan.

Polîsan her wiha 'bi şaşitî' avêtin ser mala jineke 70 salî ya bi tena serê xwe dijî.

Welatiyên hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Misricê. Fikar hene ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.

Welatiyên hatine binçavkirin ev in: Ramazan Ûlam, Eyup Mînas, Kerem Dogan, Hakan Selen û Abdulkadîr Satman.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, polîs li 2 kesên din jî digere.

Güncelleme Tarihi: 12 Şubat 2015, 11:15
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER