Li Şengalê 3 çete hatin kuştin

Fermandariya HPG'ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê dan xuyakirin ku li Şengalê çalakiyên li dijî çeteyên DAIŞ'ê dewam dikin.

Li Şengalê 3 çete hatin kuştin

Di daxuyaniya her du fermandariyan de hat ragihandin ku di 19'ê Nîsanê saet di 12:30 û 14:30 de li derdora Girê Alîsorge çalakiyên sûîqestê hatine kirin û di encamê de çeteyek hatiye kuştin, çeteyek jî birîndar bûye.

Li gorî daxuyaniyê, di şeva 20'ê Nîsanê saet di 23:45'an de li hemberî çeteyên li derdora Girê Şehîd Erdal çalakiyek hatiye lidarxistin û li vir jî çeteyek hatiye kuştin.

Fermandariyan ragihandin ku di 20'ê Nîsanê saet di 17:30 de li hemberî çeteyên li derdora taxa Sîttî Zeynep hêzên gerîla û şervanan çalakiyek pêk anîn. Di encama vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin, maşîneke leşkerî û kefçeyek hatine derbkirin.

Hat ragihandin ku balafirên şer ên koalîsyonê jî di êvara 20'ê Nîsanê de gelek nuqteyên çeteyan bombebaran kirine, lê der heqê encama van bombebaran de agahiyek nehat bidestxistin.

Güncelleme Tarihi: 21 Nisan 2015, 15:01
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER