Namzetên HDP'ê yên Serhedê xebatên xwe dewam dikin

Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên herêma Serhedê, bi tempoyeke bilind xebatên xwe yên hilbijartinê dewam dikin. Li Wan û navçeyên wê, Erdexan û Agiriyê namzetên HDP'yî esnaf ziyaret kirin û tevlî civînên li taxan bûn.

Namzetên HDP'ê yên Serhedê xebatên xwe dewam dikin
Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên herêma Serhedê, bi tempoyeke bilind xebatên xwe yên hilbijartinê dewam dikin. Li Wan û navçeyên wê, Erdexan û Agiriyê namzetên HDP'yî esnaf ziyaret kirin û tevlî civînên li taxan bûn.


WAN

Hevserokên HDP'ê yên Wanê Veysî Dîlekçî, Derya Havya û namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Wanê Yûrdûsev Ozsokmenler, Tûba Hezer, Remzî Ozgokçe, Adem Ozcaner û Selamî Ozyaşar li kolana Cûmhûriyetê esnaf ziyaret kirin û li pirsgirêkên wan guhdarî kirin. Dîlekçî di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku ew li benda tevlîbûneke xurt a gelê Wanê ne û got, "Gelê Wanê ku barê dikeve ser milê xwe bi salane hildigire, bi biryar e ku vê bendê ji holê rake. Ev eleqeya ji me re tê nîşandan, nîşaneya vê yekê ye." Namzetan jî kêfxweşiya xwe ya ji be eleqeya gel nîşan dan.

BÊGIR

Li navçeya Bêgirî jî jinên HDP'yî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de civînên taxan lidar dixin. Jinên li taxa Stigulanê civiyan, hilbijartinên 7'ê Hezîranê û şîdeta li dijî jinê nirxandin. Hevşaredara Bêgirî Safûre Guneş di axaftina xwe ya li vir de destnîşan kir ku bi hêza rêxistinî ya jinan re wê di 7'ê Hezîranê de bendên sîstemê werin hilweşandin. Guneş di axaftina xwe de bal kişand ser şîdeta li hemberî jinê û anî ziman ku zimanê desthilatdarî bikar tîne, bûye sedema zêdebûna kuştina jinan. Di axaftinan de bang li jinan hat kirin ku bi dengdayîna HDP'ê re dengê xwe bilindtir bikin.

ARTEMÊTAN

Li Artemêtanê jî namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê Lezgîn Botan û Zozan Yelîz Yildirim esnaf ziyaret kirin. Di serdanê de Hevşaredarê Artemêtanê Abdulkerîm Sayan, Hevserok û rêveberên HDP û DBP'yî yên navçeyê amade bûn. Namzetan li pirsgirêkên dikandaran guhdarî kirin û anîn ziman ku navnîşana çareseriya mayînde a hemû pirsgirêkan HDP ye. Namzetan ji gel xwestin ku destekê bidin feraseta jiyana nû ya HDP'ê.

QERQELÎ

Li navçeya Qerqeliyê jî rêxistinên HDP û DBP'ê, tevî Hevşaredaran Handan Bagci û Şerefettîn Ozalp li taxên Qertelan, Keşiş û Memetalan bi gel re civiyan û der heqê hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê de bi gel re sohbet kirin. Hevserokê DBP'ê yê navçeyê Yakûp Almaç di axaftina xwe ya li vir de anî ziman ku divê gel bi ruhê seferberiyê bixebite û got, "Divê di 7'ê Hezîranê de em bendê hilweşînin. Jİ bo vê jî girîng e em bi hev re bixebitin."

ERDEXAN

Namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê Taşkin Aktaş û Arzû Moco yên xebatên xwe yên hilbijartinê li Golan a Erdexanê dewam dikin, gel û esnaf ziyaret kirin û bi taybetî ji jin û ciwanan deng xwest. Namzetên HDP'ê wê danê êvarê gundên Xeve, Kirziyan, Tellîoglû, Arpaşen, Varginîsê ziyaret bikin.

AGIRÎ

Namzetên HDP'ê yên Agiriyê Leyla Zana, Bedran Ozturk, Dîrayet Dîlan Taşdemîr û Mehmet Emîn Îlhan, Odeya Ajokar û Otomobîlan, Odeya Esnaf û Sanatkaran, Odeya Endezyarên Çandîniyê ya Wanê û Midûriyeta Sewalkarî û Çandîniyê ziyaret kirin. Di ziyaretan de Leyla Zana axivî û diyar kir ku bi sedan sal in hem împaratoriyê û hem di serdema komarê de nehiştin kurd bên cem hev lê êdî kurd tên cem hev. Zana anî ziman ku zext û zordariyên li ser kurdan pêk tên ji aliyê kurdan ve hatin beralîkirin. Zana da zanîn ku tevî şîdet û zextan di qada aborî de jî zext pêk hatin. Namzetan piştre li buroyên hilbijartinê vekirin.

Güncelleme Tarihi: 29 Nisan 2015, 17:13
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER