Piştî bavê wî hate qetilkirin çeka azadiyê hilgirt

Di pevçûnên ku di navbera çeteyên DAIŞ’ê û rejîma Baas’ê de derketin de, bavê wî ku tu eleqeya wî bi şer re nebû, hate qetilkirin.

Piştî bavê wî hate qetilkirin çeka azadiyê hilgirt

Di pevçûnên ku di navbera çeteyên DAIŞ’ê û rejîma Baas’ê de derketin de, bavê wî ku tu eleqeya wî bi şer re nebû, hate qetilkirin. Li ser vê yekê ket nava lêgerînê û bi gotina “ez ê tola bav û hevalê xwe hilînim” tevlî refên YPG’ê bû.

Şervanê YPG’ê Hisên Elî Hemîd ji pêkhateya ereb e û bi eslê xwe ji bajarê Helebê ye. Lê malbata wan li Hesekê bicîh bûye û ew jî li wir bicîh bûye.

Di destpêka sala 2014’an de li taxa Xiwêran a Hesekê di navbera çeteyên DAIŞ’ê û rejîma Baas de pevçûn derketin û welatiyên sivîl jî dibin hedef. Di vî şerî de bavê Hisên Elî Hemîd jî dibe hedefa guleyan û jiyana xwe ji dest dide.

Piştî qetilkirina bavê wî Hisên Elî Hemîd sûnd dixwe ku tola bavê xwe hilîne û dikeve nava lêgerînan. Di encama vê lêgerîna xwe de biryar dide ku tevlî refên YPG’ê bibe.

SEREKANIYE-SERVANE-EREB

‘Min li ser YPG’ê gelek agahî girtin’

Elî Hemîd tevlîbûna xwe ya YPG’ê û têkoşîna xwe ji ANHA’yê re vegot. Elî Hemîd diyar kir ku piştî bavê wî jiyana xwe li dest da ketiye nava lêgerînê û wiha dom kir: “Wê demê min derbarê şervanên YPG’ê de  gelek agahî girtin. Piştî van agahiyan min biryar da ku cihê xwe di nava refên YPG’ê de bigirim û ez tevlî bûm.”

‘Ez ê tola wan hilînim’

Hemîd, da zanîn ku piştî tevlîbûna wî ya di nava YPG’ê de, hevalên wî yên ku li rex wî şer dikirin, di encama pevçûnan de gihîştine şehadetê, vê yekê jî hêrsa wî zêdetir kiriye û got: “Dema hevalên min di encama êrîşan de şehîd ketin, min ji xwe re got ‘çi ji destê min were ez ê tola bav û hevalên xwe hilînim’.”

‘Em bi yek ruhê têdikoşin’

Hisên Elî Hemîd destnîşan kir ku ew wekî kurd û ereb di nava refên YPG’ê û YPJ’ê de bi yek ruhê li dijî çeteyên DAIŞ’ê disekinin û got: “Ji ber ku armanca me hemûyan yek e, em ê çeteyên DAIŞ’ê ji herêma xwe derxînin. Parastina welat dikeve ser milê me, ne kesên biyanî. Min di YPG’ê de hêza ku herêmê biparêze û têkiliyên biratiya gelan di nava hemû pêkhateyan de dît. Bi hêza YPG’ê hemû pêkhate bûn yek dest li dijî çeteyên DAIŞ’ê.”

Güncelleme Tarihi: 24 Nisan 2015, 09:25
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER