Pîr Ozata: Koçgiriyên li Ewropa û Tirkiyeyê divê deng bidin HDP'ê

Serokê Desteya Rêveberiyê ya Navenda Çand û Perwerdeyê ya Bergîsch Gladbach Pîr Ozata bang li hemû Elewiyan, bi taybetî jî Koçgiriyan kir ku destekê bidin HDP'ê.

Pîr Ozata: Koçgiriyên li Ewropa û Tirkiyeyê divê deng bidin HDP'ê
Serokê Desteya Rêveberiyê ya Navenda Çand û Perwerdeyê ya Bergîsch Gladbach Pîr Ozata bang li hemû Elewiyan, bi taybetî jî Koçgiriyan kir ku destekê bidin HDP'ê.


Serokê Desteya Rêveberiyê ya Navenda Çand û Perwerdeyê ya Bergîsch Gladbach û Pîrê Desteya Baweriyê Ozgun Ozata û serokê berê yê navendê Niyazî Akgul ku hînê endamê navendê ye, ji bo hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê banga destekkirina HDP'ê kirin.

OZATA: HDP'Ê EM HEMÛ HEMBÊZ KIR

Pîr Ozata got, "Em Elewî, bi salan ji aliyê hin kesan ve hatin bikaranîn. Bi salan me ji partiyên cuda bawer kirin, lê mixabin her tim baweriya me şikandin. Ji ti alî ve destek nedan Elewiyan û mafên me nedan. Vaye hûn dibînin, Serokê Karên Diyanetê xwedî wesayîteke zirxî ya ji 1 mîlyonî ye, lê hînê statuyekê ji malên me yên cem re nayê dayîn, mafên Elewiyan nayên dayîn û ji bo Elewiyan ders nayên dayîn. Pirsgirêkên Elewiyan mezin bûne. Lê belê HDP'ê, Selahattîn Demîrtaş hembêza xwe li hemû gelan vekir. Bi taybetî Elewî û lîderên Elewiyan girt nava xwe. Hêvî û bendewariya me ew e ku em ê bendê derbas bikin û mafên Elewiyan, mafên bindestan bi hev re bistînin."

Ozata da xuyakirin ku divê malên cem tavilê bibin xwedî statuyekê û got, "Em hêvîdarin ku wê me Elewiyan weke mirovan bibînin, mafên me bidin. Înşalleh wê îftira li me neyê kirin, em her tim li îftirayan rasth atin. Serokkomar, Serokwezîr Elewiyan, baweriya Elewiyan qebûl nakin. Em sedema wê nizanin. Em Elewî dibêjin 'can', em ji dil li her kesî dinêhirin. Lê mixabin kes ji dil li me nanihêre."

'DENGÊ XWE BIDIN HDP'Ê, DILREHET BIN'

Ozata ev bang kir: "Ji bo HDP bendê derbas bike, weke Pîrekî Elewiyan, weke xizmetkarekî ji wan rica dikim; dengê xwe bidin HDP'ê. Înşalleh ew deng wê gelek tiştan ji me re bînin. Em ê bigihêjin aramiyê, ji niha û pê ve weke mirovan bên dîtin û mafên xwe bi dest bixin. Lê eger hûn bêjin em deng bikar nînin, hingî em ê her tim mehkûmî êşkişandinê bibin. Ji ber ku bi sedan salan em li lîderên xwe xwedî derneketin. Em xwedî li Hz. Huseyîn derneketin, serê wî jê kirin. Em xwedî li Hz. Elî xwedî derneketin, ew kêrkirin. Em xwedî li Pîr Sûltan derneketin, ew birin sêdarê. Yanî heta roja îro em xwedî li lîderê xwe derneketin, qet nebe weke Elewî ji niha û pê ve em xwedî li xwe derkevin, dengê xwe bikar bînin. Bang li Koçgiriyên li Ewropa û Tirkiyeyê dijîn dikim; ji we rica dikim, dengê xwe bikar bînin û dengê xwe bidin HDP'ê. Înşalleh rojên ronî tên û em ê jî rojê bibînin. Xizir alîkarê we be."

AKGUL: HDP RIZGARIYA ME YE

Niyazî Akgul jî anî ziman ku weke Navenda Çand û Perwerdeyê ya Bergîsch Gladbachê hewl didin ji dengdayînê re pêşengiyê bikin û got, "Em gelê xwe teşwîq dikin ji bo dengê xwe bikar bîne. Xebata me ya di vî warî de dewam dike. Me komîsyon ava kirin, weke Koçgiriyên li Ewropa yan jî Tirkiyeyê em dixwazin HDP'ê bi ser bendê ve bixistin. Ez baweri ku Demîrtaş wê sozên dane bicih bîne, divê bicih bîne. Ji bo wê jî ya ji destê me tê me dikin."

Akgul bang li hilbijêrên li Ewropayê dengê xwe bikar neaniye kir û got, "Her kesên li Ewropayê pêwîste di nava vê hefteyê de têbikoşe. Yên heta niha dengê xwe bikar neanîne, divê dengê xwe tavilê bikar bînin. Weke Elewî û Koçgiriyî ev rizgariya me ye. Em ê bibin xwedî nirxên manewî yên heta niha bi destê me neketine. Heta niha bi hestên me re lîstin, lê êdî HDP heye û em alîgirê HDP'ê ne."

Güncelleme Tarihi: 26 Mayıs 2015, 13:16
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER