Pîrozbahiyên Newrozê didomin

Pîrozbahiyên Newrozê li Mêrsîn, Hatay û navçeya Ceyhan a Edeneyê berdewam kirin. Di pîrozbahiyan de peyam hate dayin ku wê HDP di hilbijartinan de bi awayekîserketî bendê derbas bike û komkujiyên DAIŞ’ê jî hatin lanetkirin.

Pîrozbahiyên Newrozê didomin
 Pîrozbahiyên Newrozê li Mêrsîn, Hatay û navçeya Ceyhan a Edeneyê berdewam kirin. Di pîrozbahiyan de peyam hate dayin ku wê HDP di hilbijartinan de bi awayekîserketî bendê derbas bike û komkujiyên DAIŞ’ê jî hatin lanetkirin.


MÊRSÎN

Li Mêrsînê bi sedan kes tevlî şahiya Newrozê ya ku li baxçeyê cemxaneya Komeleya Çandê ya Elewiyan a li Yenîşehîrê hate lidarxistin bûn.

Di pîrozbahiyê de pankartên “Cejna Newrozê li hemû gelan pîroz be” hate daliqandin û bê navber dirûşmên “Bijî Newroz” û “Bijî biratiya gelan hatin gotin. Piştî rêzigrtinê Serokê Cemxaneyê Hasan Kilavuz û pîrên cemxaneyê agirê Newrozê vêxistin. Piştre semah hate gerandin. Serokê komeleyê Hasan Kilavzu axivî û xwest cemxane weke perestgeh bêne qebûlkirin û bigihin statuya xwe.

Kilavuz destnîşan kir ku ji serdema Osmaniyan û vir ve Elewî bi zextan re rû bi rû ne û got: “Îro dixwazin Elewiyan bi zextên AKP’ê re rû bi rû bihêlin” û nerazîbûn nîşanî partiyên sîstemê yên ku ji bo dengên hilbijartinê tên serdana Elewiyan da.

Pîrozbahî bi stranan bi dawî bû.

HATAY

Li navçeyên Payas û Antakya yên Hatay jî Newroz bi beşdariya bi sedan kesî hate pîrozkirin.

Hevserokê HDP’ya Payasê Mehmet Însan di pîrozbahiyê de axivî û Newroza gelan pîroz kir û got: “HDP wê bi germahiya agirê Newrozê  bi gel re bibe yek.”

Her wiha, li navçeya Antakya ya Hatay jî bi sedan kes li Qada Ugur Mumcu li hev kom bûn, agir vêxistin û Newrozê pîroz kirin. Tevî Kurdan Tirk û Ereb jî tevlî pîrozbahiyê bûn û dirûşimên “Bijî Biratiya Gelan” hatin gotin.
Hevseroka HDP’ya Hatayê Hulya Kadi di şahiyê de axivî û destnîşan kirku Hatay bajarê biratiya gelan û got: “Hemû gel wê roja 7’ê Hezîranê bi HDP’ê re ber bi aşitî û biratiyê ve bimeşin.

CEYHAN

Li navçeya Ceyhan a Edeneyê jî bi pêşengiya Rêxistina HDP’ê ya Ceyhanê Newroz hate pîrozkirin. Pîrozbahî li qadeke vala ya li taxa Alti Ocakê pêk hat. Di pîrozbahiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK’ê hatin hildan, pankartên “Newroz Pîroz be. Edî bes e, ji Rêber Apo re azadî” hatin hildan û dirûşimên hatin gotin. Bi sedan kes bi cil û bergên xwe yên kesk, sor û zer ve tevlî şahiyê bûn.

Bavê endama tevgera ciwanên Kurd Leyla Şaylemez a ku di komkujiya Parîsê de hate qetilkirin Cumalî Şaylemez jî tevlî pîrozbahiyê bûn û li gel dirûşimên “Şehîd Namirin” û Bijî Serok Apo” agirê Newrozê hate vêxistin.
Cumalî Şaylemez di pîrozbahiyê de axivî. Şaylemez komkujiya duh li Hesekê pêk hat bi bîr xist û diyar kir ku heta niha komkujiyên li hemberî Kurdan berdewam diin. Şaylemez banga xurtkirina têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê kir.
Şaylemez gotina Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan a bi awayê “pirgirêka Kurd tune ye” bi bîr xist û got: “Çîllerê jî gotibû pirsgirêka Kurd tune ye. Yên ku gotin ev pirsgirêk tune ye, bi xwe tune bûne.Divê gelê Kurd li her qadê têkoşîna xwe xurt bike.

Hevserokê HDP’ya Edeneyê Huseyin Yildiz jî axivî û komkujiya duh li Hesekê pêk hat şermezar kri.

Güncelleme Tarihi: 22 Mart 2015, 11:25
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER