Yekemîn agirê Newroza 2015’an li Bazidê hat gurkirin

Li navçeya Bazid a Agirî yekemîn agirê Newrozê hat pêxistin.

Yekemîn agirê Newroza 2015’an li Bazidê hat gurkirin
Li navçeya Bazid a Agirî yekemîn agirê Newrozê hat pêxistin. Di pîrozbahiya li Taxa Sanayî Hevşaredarên Bazidê Rohat Ozbay û Delal Tekdemîr, rêveberên DBP û HDP’ê endamên meclîsê û bi sedan kes amade bûn. Di pîrozbahiyê de dirûşmên, "Bijî Serok Apo", "PKK gel e gel li vir e", "Şehîd Namirin" "Bijî berxwedana Kobanê" hatin gotin. Agirê Newrozê yê bi govendê hat pîrozkirin welatiyan xwe li ser êgir avêtin.


Heserokê Rêxistina HDP’ê ya Bazidê  Nûrî Çelîk ê di pîrozbahiyê de axivî bibîr xist ku gelê Kurd ji bo cejna Newrozê pîroz bike gelek berdêl da û got, "Me cejna xwe ya pergalê qedexe kir bi berxwedanê wergirt. Me di wê oxirê de gelek şehîd dan. Em van şehîdên xwe bi rêz û hurmet bibîr tînin.”

Hevşaredarê Bazidê Rohat Ozbay jî diyar kir ku gelê Kurd bi Newrozê re ji nû ve çêbû û têkoşîna azadiyê de ti hêz nekare Kurdan bisekinîne.

Güncelleme Tarihi: 10 Mart 2015, 17:16
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER