YPG: 10 gund hatin rizgarkirin

Di roja 147. a berxwedana Kobanê de, li eniyên rojhilat, rojava û başûrê Kobanê 10 gund ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin. Di encama operasyonên hemwext ên duh bi şev de 11 çete hatin kuştin. Pevçûnên li herêmê bi dijwarî dewam dikin.

YPG: 10 gund hatin rizgarkirin
Di roja 147. a berxwedana Kobanê de, li eniyên rojhilat, rojava û başûrê Kobanê 10 gund ji çeteyên dijminê mirovahiyê hatin paqijkirin. Di encama operasyonên hemwext ên duh bi şev de 11 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Pevçûnên li herêmê bi dijwarî dewam dikin.


Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Pêngava Azadkirina Kobanê bi hemû leza xwe dewam dike û da xuyakirin, ku di roja 147. a berxwedana Kobanê de li eniyên rojhilat, rojava û başûr, gelek gund û nuqteyên stratejîk hatine rizgarkirin.

Navendê der barê operasyonên duh bi şev de ev agahî da:

LI ROJHILAT 3 GUND HATIN RIZGARKIRIN: 11 ÇETE HATIN KUŞTIN

"Hêzên me li rojhilatê Kobanê operasyoneke berfireh lidar xistin û derbên girîng li çeteyan xistin. Di vê operasyone de gundên Mîlê, Bîr Omerê û Xanikê ji çeteyan paqijkirin. Di operasyonê 11 çete hatin kuştin. Li vê qadê hêzên me tevî 6 termên çeteyan dest danîn ser wesayîteke bombebarkirî.

OPERASYONA LI ROJAVA BI PEVÇÛNÊN DIJWAR DEWAM DIKE

Hêzên me li rojavayê Kobanê jî li qadeke girîng bi pêş ve çûn. Di operasyona duh bi şev de  gundê Ciblê û Çariqli hedef hatin girtin. Operasyona hêzên me ya li van gundan bi pevçûnên dijwar dewam dike.

LI BAŞÛRROJAVA 3 GUND HATIN RIZGARKIRIN

Hêzên me bi şeklekî hemwext li başûrrojavayê Kobanê jî operasyonek lidar xistin. Di vê operasyonê de gundên Qoçlê, Nayif û Bestekê hatin azadkirin. Di şerê li vir de rêhevalekî me gihîşt şehadetê, rêhevalekî me jî birîndar bû.

LI BAŞÛR 4 GUND HATIN RIZGARKIRIN

Hêzên me li başûrê Kobanê jî qadeke girîng ji çeteyan paqij kirin. Di operasyonê de gundên Qilomerg, Zinarê, Îtweran û Qela Zîrik hatin rizgarkirin."

Güncelleme Tarihi: 09 Şubat 2015, 19:49
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER