YPG: 3 tirimpêlên çeteyan hatin rûxandin

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku li herêma Kobanê û Til Temir li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiyên bibandor hatine lidarxistin û 3 tirimpêlên çeteyan hatine rûxandin.

YPG: 3 tirimpêlên çeteyan hatin rûxandin

Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê şer û pevçûnên li herêmên Kobanê û Cizîrê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de li ser herêma Kobanê ev agahî hatin dayîn:

“Berxwedana Kobanê ya ku li hemberî hewldana dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê tê meşandin di roja 232’emîn de berdewam dike.

Şevê din hêzên me li nêzîkî gundê Seferiyê yê li rojhilatê Kobanê êrîşek lidar xistin. Di êrîşa ku karwanekî maşîneyan a çeteyan hedef digirt de 3 maşîne tevî çeteyên di nav de hatin ruxandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê êrîşê de nehat zelalkirin.”

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku pevçunên di navbera hêzên YPG’ê û komên çeteyan de li ser sînorên rojavaye Kantona Cizîrê  tên jiyandin jî berdewam dikin û wiha hate gotin.

“Hêzên me şevê din li hemberî komên çeteyên ku li 3 gundên derdora Til Temir xwe bi cih kiribûn êrîşên hemwext lidar xistin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di van êrîşên ku çeperên çeteyan ên li nêzîkî gundên Twêna, Xebîş û Til Nesrî hedef digirt nehat zelalkirin.”

Güncelleme Tarihi: 05 Mayıs 2015, 16:25
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER