YPG: 5 gundên Kobanê hatin rizgarkirin

Di operasyonên YPG/YPJ'ê yên paqijkirina gundên Kobanê de, li eniya başûrrojava 5 gund hatin rizgarkirin û yek jê serçete, gelek çete hatin kuştin. Li derdora Hesekê jî di encama çalakiyeke YPG/YPJ'ê de 2 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.

YPG: 5 gundên Kobanê hatin rizgarkirin
Di operasyonên YPG/YPJ'ê yên paqijkirina gundên Kobanê de, li eniya başûrrojava 5 gund hatin rizgarkirin û yek jê serçete, gelek çete hatin kuştin. Li derdora Hesekê jî di encama çalakiyeke YPG/YPJ'ê de 2 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.


Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku dir oja 149. a berxwedana Kobanê de, operasyonên paqijkirina gundan li eniyên rojava û başûrrojavayê Kobanê hatine meşandin.

Der barê bîlançoya operasyonên duh de ev agahî hat dayîn:

LI BAŞÛRROJAVA 5 GUND HATIN RIZGARKIRIN

"Di çarçoveya Pengava Azadkirina Kobanê de şevê din hêzên me 5 gundên li başûrrojavayê Kobanê rizgar kirin. Hêzên me gundên Pendira Mezin, Pendira Biçuk û Pendira Ênil, Zekeriya û Bestikê di demeke kin de ji çeteyan girtin û derbên giran li çetayan xistin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye tespîtkirin. Lê hêzên me yek jê serçete ku jê re tê gotin Emîr û çeteyekî din bi mirî xistin dest xwe. Operasyona li qadê hin jî didome.

LI ROJAVAYÊ KOBANÊ PEVÇÛN DEWAM DIKIN

Hêzên me bi awayekî hemwext li rojavayê Kobanê jî operasyon lidar xistin. Di operasyona li gundê Mişko û derdore wêî de hejmarek zêde çete hatiye kuştin, lê hejmare wan nehatiye zelalkirin. Pevçûnên di vê qadê hin jî didome.

LI DERDORA HESEKÊ ÇALAKÎ: 2 ÇETE HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemeniyê da zanîn, ku hêzên YPG/YPJ'ê, duh bi şev li herêma Mezra Şemîran a nêzî gundê Um Dibis ê giredayî Hesekê çalakiyek lidar xistin û got, "Di êrîşê de konwoyek çeteyan hat hedef girtin. Di encama êrîşê de wesayîteke leşkerî ya çeteyan hat rûxandin, 2 çete hat kuştin, 3 çete jî hat birîndarkirin.

Hêzên me bi awayekî hemwext nuqteke çeteyan a li Mefreka Sebîq a li heman herêmê ye jî hedef girtin. Li vir jî kuştiyek çeteyan hatiye tespîtkirin."

Güncelleme Tarihi: 12 Şubat 2015, 17:19
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER