YPG bîlançoya şer meha adar eşkere kir

Navenda Çapemeniya YPG’ê bîlançoya şerê û berxwedana hêzên YPG’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê li herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê eşkere kir.

YPG bîlançoya şer meha adar eşkere kir
Navenda Çapemeniya YPG’ê bîlançoya şerê û berxwedana hêzên YPG’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê li herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encama şer û pevçûnan de 1342 çete hatine kuştin û cenazeyên 202 çeteyan ketine destên şervanan. Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku miqdareke mezin ji cebilxane û tirimpêlên çeteyan hatine destserkirin. Her wiha 61 şervanên YPG’ê jî jiyana xwe ji dest dane.


Daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê wiha ye:

- Hêzên me 74 çalakî û operasyon pek anîn.

- Hêzên me beşdarî 55 şer û pevçûnan bûn.

- Çalakiyên êrîş-operasyon û temas-pevçunên ku encamên wê ne diyar 23

- Dijmin bi tirimpêlên bombebarkirî 2 êrîşên xwekujî pêk anîn.

- 1342 çete hatin kuştin.

- Cenazeyên 202 çeteyan ketine destên şervanan.

- Hejmara çeteyên bi saxî hatine girtin 9 in.

Amûr û çekên çeteyan ên hatine rûxandin

23 tirimpêl, 2 doçkayên 23, tangek, 2 tireks, 2 panzêr, 5 motoskilêt, hawanek, tirektorek

Amûr û çekên çeteyan ên hatine desteserkirin

334 Keleş , 32.800 Mermiyên Keleş, 90 Jarjor, Tevî 3 Zincîrên xwe 41 BKC û 14.700 fîşekên BKC, tevî 13 gulleyên xwe 40 Roketavê  B7, 212 Bombeyên Destan,  hawanek 120 mm, 11 tirimpêl, 5 tirimpêlên Hamar, 2 tirimpêlên Zirxî, 3 kamiyon, Embolansek, tirimpêlek zirxî BMB, 14 Komputer, 16 çeka birno, 5 doçka 12.5mm, 2 doşka 14.5 mm, 540 guleyên doçka, 51 rext, 16 bêtêl, 5 sindoqên mermiyên doşka 12,5mm , 4 çeka karnas , 2 durbîn , 10 çanteyên tenduristiyê, 4 motoskilêt, 4 panzêr, 466 mayînên bi destan hatiye çêkirin, topek 57mm, topek 130mm, 2 mênûbîs, 2 tirimpêlê TNT barkirî, 3 çeka M16, 3 çîfte, 8 dabançe, 4 telefon, kamiyonek tejî derman, 8 fûzayên girad, 3 tirektor.

Şehîdên me 61

Güncelleme Tarihi: 08 Nisan 2015, 20:15
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER