YPG: Li Kantona Cizîrê 27 çete hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ'ê li herêma di navbera Til Temir û Hesekê de du çar caran êrîş kirin û rastî bersiva tund a YPG/YPJ'ê hatin. Di pevçûnên li vê qadê de 25, li derdora Serêkaniyê de jî 2 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

YPG: Li Kantona Cizîrê 27 çete hatin kuştin
Çeteyên DAIŞ'ê li herêma di navbera Til Temir û Hesekê de du çar caran êrîş kirin û rastî bersiva tund a YPG/YPJ'ê hatin. Di pevçûnên li vê qadê de 25, li derdora Serêkaniyê de jî 2 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.


Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî der barê pevçûnên li rojavayê Kantona Cizîrê de agahî da. Navendê diyar kir ku êrîşên çeteyan ên di sibeha 8'ê Nîsanê de li hember pira Xerîta û derdora wê yên di navbera Til Temir û Hesekê de ye hatibûn destpêkirin, dewam dikin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku çeteyan duh tevahiya rojê 3 êrîşên mezin birine ser herêmê û xwestine pira Xerîta ya di bin kontrola YPG/YPJ'ê de bi dest bixîne. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her sê êrîş hatine şikandin û çeteyan windahiyên giran dane.

Li gorî daxuyaniyê, çeteyên ku ji van êrîşan encamek bi dest xistin, duh êvarê bi qemyoneke zirxî ya bombebarkirî li nêzî pirê çalakiyeke xwekujî pêk anîn û pevçûna bi vê êrîşê re destpê kir heta ber destê sibehê dewam kir.

Navendê da xuyakirin ku di pevçûnên 24 saetên dawî yên li qada ji 6 kîlometreyî de 25 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin û balafirên koalîsyonê jî li cihên cuda 4 maşînên çeteyan rûxandine.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "3 rêhevalên me yên ku di vê berxwedana bi heybet a li hember êrîşên çeteyan de rolek girîng listîn bi lehengî şer kirin û gihîştin şehadetê."

Navendê da zanîn ku hêzên YPG/YPJ'ê duh bi şev li gundê Til Xenzîr ê Serêkaniyê jî li hember çeteyan çalakiyek pêk anîn û di encamê de 2 çete hatin kuştin.

Güncelleme Tarihi: 10 Nisan 2015, 19:03
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER