YPG: Li Kobanê 13 gundên din hatin rizgarkirin

Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku di 24 saetên dawî de li Kobanê 13 gundên din hatine rizgarkirin, 22 terorîst hatine kuştin û gelek cebilxane jî hatiye desteserkirin. Navendê diyar kir ku li herêma Hesekê jî 5 çete hatin kuştin.

YPG: Li Kobanê 13 gundên din hatin rizgarkirin
Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku di 24 saetên dawî de li Kobanê 13 gundên din hatine rizgarkirin, 22 terorîst hatine kuştin û gelek cebilxane jî hatiye desteserkirin. Navendê diyar kir ku li herêma Hesekê jî 5 çete hatin kuştin.


Navenda Ragihandina YPG’ê der barê 24 saetên dawî yên Operasyona Rizgarkirina Kantona Kobanê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku operasyonên şervanên YPG’ê yên di çarçoveya Hemleya Azadkirina Kobanê de her ku diçe bihêztir dibin û derbarê operasyonên 24 saetên dawî de ev agahî hatin dayîn:

“Hêzên me duh di saatê êvarê de, li Rojavayê Kobanê di encama operasyoneke berfireh de gundên Mişko, Hacî Îsmaîl, Ehmedê Hiso, Ebika, El Ebika, Sil Ebika ji terorîstên DAIŞ’ê paqij kirine. Di dema pêşveçûnê de hêzên me 13 mayinên ku çeteyan bicîh kiribûn bêbandor kirine. Di berdewamiya pevçûnên dijwar de 20 terorîst hatine kuştin û terorîstan 3 termên xwe li dû xwe hiştine. Hêzên me di vê operasyona serkefetî de 3 çekên kelaşnîkof, 3 rext  û 12 şarjorên çeka kelaşnîkof yên aydê çeteyan desteser kirin.

Di heman saetan de şervanên me operasyonên xwe li başûrê Kobanê jî berdewam kirine. Di vê enîyê de jî di encama pevçûnên dijwar de gundên Saka, Şêxalê û Berbenoka Mezin ji bin dagirkerîya DAIŞ’ê hatine derxistin. Şervanên me li vê enîyê operasyonên xwe didomînîn û di navbera gundê Toramanê û gundê Cidê de, di encama çalakiyeke sabotajê de wesaîteke çeteyan hatiye rûxandin. Lê hejmara kuştî û brîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin. Hêzên me di vê operasyonê de 4 dûrbînên rojê, dûrbînek şevê û 2.000 fîşekên kilêşê desteser kirine.

Şevê din hêzên me li Rojhilatê Kobanê, li hemberî hêzên dagirker yên DAIŞ’ê ku xwe li gundên Bexdekê, Xan Memet, Tolikê, Gultep û li ser rêya Rudko bicîh kiribûn operasyon kirine. Di encama operasyonê de hemû cihên hedef hatine girtin ji çeteyên DAIŞ’ê hatine paqijkirin. 2 çete hatine kuştin û termên wan ketine destê hêzên me. Hêzên me di dema pêşketina operasyonê de 20 mayinên ku çeteyan bicîh kiribun îmha kirine. Di vê operasyonê de şervanên me dest danîne ser 5 çekên BKC, 12 zîncîrên çeka BKC, 4.000 fîşekên çeka BKC, 4 çekên kelaşnîkof û 800 fîşekên çeka kelaşnîkofê.”

Di dawiya daxuyaniyê de der barê çalakiyên YPG’ê yên li derdora Hesekê de jî agahî hatin dayîn û wiha hate gotin: “Çalakîyên şervanên me kû di rojên dawî de li derdora bajarê Haseke tên kirin, şevê din jî berdewam kirin. Hêzên me di encama dû çalakîyên cûda de, li  gundê Mitefeîna û gundê Sêda 5 çete kuştine û 2 çete jî brîndar kirine.”

Güncelleme Tarihi: 17 Şubat 2015, 18:17
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER