YPG: Li Kobanê 15 çete hatin kuştin

Di çarçoveya operasyonên YPG/YPJ'ê yên paqijkirina Kantona Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê de, duh gelek gund û cihên stratejîk hatin rizgarkirin û herî kêm 15 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

YPG: Li Kobanê 15 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniyê ya YPG/YPJ'ê da xuyakirin, ku di roja 158. a berxwedana Kobanê de, li derdora Kobanê gelek gund û cihên stratejîk hatine rizgarkirin û li eniya başûr jî hêzên YPG/YPJ'ê xwe gihandine cihê beriya dagirkirina DAIŞ'ê. Di van pevçûnan de herî kêm 15 çete hatin kuştin.


Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî destnîşan kir ku pêşveçûna hêzên YPG/YPJ'ê li gundên Kobanê dewam dike û der barê bîlançoya duh de ev agahî bi raya giştî re parve kir:

"Şervanên me di çerçoveya Pengava Azadkirina Kobanê de hejmarek zêde gund û nuqteyên stratejîk ji çeteyan azadkirin. Herçend terorîst li hin cihan şer kirin jî, li gelek deveran bêyî şer bike, direvin.

Şervanê me pêr li rojavayê Kobanê girê Zagros, gundên Berkel û Getaş û eraziya derdora wan, li başûre Kobanê gundên Xêrûs, Hemdînê Rojava û Hemdînê Rojhilat, Seyîd Keta, Xirab Bergîr, Dafiyê, Zagros, Xatûniyê, Kofîn, Xidir Şetê, Gundê Nasir, li başûrrojhilatê Kobanê gundên Şam û Piling, li rojhilatê Kobanê jî gundê Hurk û febrîkayê çîmento û derdora wê ji terorîstan paqijkirin.

Operasyonên hêzên me ya di çerçoveya Pengava Azadkirina Kobanê de lidar dixin ji şevê din ve bênavber berdewam dikin. Di operasyonên li rojavayê Kobanê de gundê Dadalî û rêbenda Cibil Ferac a stratejîk ji terorîstan hatiye rizgarkirin. Li vir 1 terorîst bi mirî ket destê hêzên me.

Di operasyona li başûrê Kobanê de jî gundên Aşmê û Zerik ji bin dagirkeriya terorîstan hatiye rizgarkirin. Di vê qadê de 2 kuştiyên terorîstan hatiye zelalkirin. Bi girtina gundê Zerik ve hêzên me milê başûr jî gihiştin çeperên xwe yên beriya hewldana dagirkirina terorîstên DAIŞ'ê.

Pêşveçûna hêzên me ya li başûrrojhilatê Kobanê jî berdewam dike. Di operasyona ku girê Xwedê hedef digirt de pevçûnên dijwar qewimîn. Piştî van pevçûnan gir bi temamî ket destê hêzên me de. Hêzên me bi awayekî hemwext êrîş birin li ser gundê Kûrek jî. Terorîstan teqemeniyên ku berê li malên gund cih kiribûn ji bo asteng kirina hêzên me hat teqandin. Di encama teqandinên dijwar de ti windahiye hêzên me çenebûye lê ziyanek mezin li malên gundiyan çebûye. Di operasyona li vê eniyê de 12 terorîst bi mirî ketiye destê hêzên me de. Dîsa hêzên me dest danîn li ser 3 kleş, 1 B7 roketavêj û dûrbînek termal."

Güncelleme Tarihi: 20 Şubat 2015, 16:47
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER