YPG: Li Til Temir û Kobanê 19 çete hatin kuştin

Di şer û pevçûnên 24 saetên dawî yên di navbera hêzên YPG’ê û komên çete yên DAIŞ’ê ku li Kobanê û Til Temirê pêk hatin 19 çete hatin kuştin.

YPG: Li Til Temir û Kobanê 19 çete hatin kuştin
Di şer û pevçûnên 24 saetên dawî yên di navbera hêzên YPG’ê û komên çete yên DAIŞ’ê ku li Kobanê û Til Temirê pêk hatin 19 çete hatin kuştin.


Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê berxwedana 24 saetên dawî ya Kobanê û Til Temirê de daxuyaniyek niviskî li ser malpera xwe ya fermî weşand.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:

“Berxwedana hêzên me ya li hember êrîşên çeteyan a li ser xeta sînorê rojavayê Kantona Cizîre berdewam dike. Hêzên me şevê din li nêzî gundê Xêbiş ê girêdayî Til Temir 2 êrîşên cuda birin ser komên çete. Êrîşa destpêkê li hember komeke çeteyan ku amadekariya êrîşan dikirin pêk hat. Hêzên me komên çete yên ku xwestin ji vir birevin bi awayekî bandor xistin û wesayîteke wan a bi foks rûxandin. Li vir qasî hatiye zelalkirin 9 çete hatine kuştin.

Di êrîşa duyemîn a ku li nuqteke cuda de wesayîteke çeteyan tevî çeteyên di nav de hat rûxandin. Wesayît agir girt û şewitî lê hejmara kuştî û birîndarên di nava wesayîtê de nehat zelalkirin. Hêzên me komeke çete ya ku dixwest weke mudaxele were qadê jî hedef girt .Li vir jî 2 çete hatin kuştin.

Berxwedana Kobanê ya li hember hewldana dagirkeriya rexistina terorê DAIŞ’ê tê meşandin di roja 193. de berdewam dike. Li gundê Sepeta Ereban a başûrê Kobanê de pevçûnên di navbera hêzên me û komên çete de berdewam dike. Pevçûnên ku şevê din gelek dijwar derbas bûn îro di seatên sibê de jî berdewam kir. Di van pevçûnan de bi qasî hat zelalkirin 6 endamên çeteyan hatin kuştin.

Êrîşên li hember komên çeteyên li gundê Girêk a heman herême xwe bi cih kiribûn de pêk hat. Li vir jî bi qasî hate zelalkirin 2 endamên çeteyan hatin kuştin.”

Güncelleme Tarihi: 28 Mart 2015, 23:41
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER