YPG'ê nasnameya 10 şervanên xwe eşker kir

Navenda Ragîhandin û Çapemeniya YPG’ê nasnameya 10 şervanên ku di berxwedana rizgarkirina gundên Kobanê û Serêkaniyê dde jiyana xwe jidest dane bi 2 daxuaniyên cûda eşkere kirin.

YPG'ê nasnameya 10 şervanên xwe eşker kir

Daxuyaniya YPG’ wiha ye:  ˮGava rizgarkirina hemû gundên Kantona Kobanê bi hemû hêz û leza xwe ji aliyê şervanên me berdewam dike,

û hemleyên ku me li her sê aliyên kantonê di dema buhurî de li dar xistibû serkeftî bi encam bûne, û rê li ber hemleyên nû vekirine, hemleyên ku navê şehîdan hil dide heta niha armanca ku YPG li ser esasê wê tekoşîn dike bi hêz û berfirehtir dike.

Bi ermanca rizgarkirina gundên ku di bin dagirkeriya Daişê de bûn, û ji bo tolhildana hevalên şehîd, Di dema buhurî de me li bejahiya Kobanê 3 hemleyên rizgarkirinê ên berfireh destpê kir bû, hemleya tolhildana şehîdên Mendik û şehîd Hogir, hemleya tolhildana şehîd Agirî û şehîd Herdem, dîsa hemleya şehîdên Girik ku heta neha dewam dike, û di dirêjahiya wan de bi dehan gund û tepeyên Kobanê hatin rizgar kirin, dîsa wek ermanc ku me destnîşan kiribû gelek navendên hêza Daiş ji aliyê şervanên me di van hemleyan de hatin rûxandin, û di nav wan de kesên payebilind jî hebûn gelek çete hatin kuştin û sîlahên wan hatin bi dest xistin.

Di van hemleyan de hevalên me bi moral û fedekariyekî pir mezin tevlîbûna xwe çêkirin û serkeftin dîsa kirin para dîroka mirovahiyê, û ji bo ku ev hemlane biser bikevin heta dawiyê şer kirin û hijmarek ji wan bê terdud heta şehadetê çûn, û xwîna xwe diyarî axa Kobanê a pîroz kirin.

8 Rêhevalên me yên ku rolek mezin di serkeftina hemleyê de leyîstin û ji Êrîşên hovane re bun bersiv bi lehengiyek bê hempa tevlî nava refên Pakrewanan bun

Em wek hêzên YPG û YPJ li di şexsê her 8 hevalên me de tevahî şehîdên Kobanê hevalên ku di van hemleyan de şehîd bûne bibîr tînin, û soza tolhildana wan dubare dikin û li ser şopa wan asta tekoşîna xwe em bilidtir dikin.

Ji bo me her şehîdek çavkaniya fikr û ramanê berxwedanê ye, û li ser vî esasî em hemleyên xwe li bejahiya Kobanê berdewam dikin û emê nû bikin, ta ku em tevahiya gundan rizgar bikin, û li ku dibe bera bibe ji bo bîranîna wan hevalên şehîd emê derbeyên giran li Daiş bixin ta ku careke din ne daiş û ne terorîstên mîna wê hewl nedin erda me dagir bikin û ne fikrin êrîşî gelê me bikin.ˮ

Nasnama şervanan wiha ye:

adl

Navê û paşnav: Yûsif Mehsum Idrîs

Navsnav: Adil Avarîn
Dayik : Fedîle
Bav : Osman
Cihê jidayikbunê : Efrîn
Dîroka tevlêbunê : 2011
Cih û dîroka Şehadetê : 18’ê nîsana  2015’an li  Girê şehîd Sîdar – Kobanê

dilge amed

Nav û paşnav : Furkan salcan
Nasnav : Dilgêş Amed
Dayik : Hûlya
Bav : Remezan
Cihê ji dayikbunê : Amed
Cih û dîroka Şehadetê : 18’ê nîsna 2015 Girê Şehîd Hecî – Kobanê

eli ser

Nav û paşnav : Nazmî Dogan
Navê Rast : Elişêr Mûrdem
Dayik : Elîf
Bav : Ramî
Cihê ji dayikbunê : Çewlik Bîngol
Dîroka tevlêbunê : 2013
Cih û dîroka Şehadetê : 17’ê nîsana 2015’an li  Gundê Çelebî – Kobanê

——

erdal garzan

Nav û paşnav : Firat Yilmaz
Nasnav : Ardal Garzan
Dayik : seraye
Bav : Mewlut
Cihê ji dayikbunê : Edena
Dîroka tevlêbunê : 2014
Cih û dîroka Şehadetê : 17’ê nîsana 2015’an li  Kobanê – Gundê Xirab işk

—–

heqi adi

Nav û paşnav : Cîhan Duman
Nasnav:Haqî Şadî
Dayik : Elmast
Bav : Muhemed Îsa
Cihê ji dayikbunê : Erzurum – Xinis
Dîroka tevlêbunê : 2011
Cih û dîroka Şehadetê : 18’ê nîsana 2015’an li Girê Şehîd Sîdar – Kobanê

—–

hogir

Nav û paşnav : Şiyar Hemze
Nasnav : Hogir Kobanê
Dayik : Mekbula
Bav : Mehmûd
Cihê ji dayikbunê : Gewrik – Kobanê
Dîroka tevlêbunê : 2014
Cih û dîroka Şehadetê :18’ê nîsana 2015’an Girê Şehîd Sîdar – Kobanê

———-

mazlum helnc

Nav û paşnav : Mezlum Ismaîl
Nasnav : Mezlum Helinc
Dayik : Şemse
Bav : Muhemed
Cihê ji dayikbunê : Helic – Kobanê
Cih û dîroka Şehadetê : 17’ê nîsana 2015’an li Gundê xirab işk – Kobanê

sores irav

Nav û paşnav: Mehmûd Hesen
Nasnav : Şoreş Çırav
Dayik : Helîme
Bav : Mehmed Şefîk
Cihê ji dayikbunê : Sêrt
Dîroka tevlêbunê : 2011
Cih û dîroka Şehadetê : 16’ê nîsana 2015’an li Gerê Şehîd Hacî – Kobanê

 

——-

KAWA

Nav û paşnav : Ebdulrezaq Mustefa
Nasnav: Kawa Rawiya
Dayik : Xatûn
Bav : Şêx
Cihê ji dayikbunê : Serêkaniyê – rawiya
Dîroka tevlêbunê : 2014
Cih û dîroka şehadetê : 17’ê nîsana 2015’an  Serêkaniyê

———

MAHR CAN

Nav û paşnav : Erdal Şaşık
Nasnav: Mahîr Can
Dayik : Sefûre
Bav : Cesîm
Cihê ji dayikbunê : Serhed – Dîkor
Dîroka tevlêbunê : 2011
Cih û dîroka şehadetê : 9 – 2013’an Serêkaniy – Gundê Elok

Güncelleme Tarihi: 21 Nisan 2015, 14:03
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER