Xwegirtina bi benê azadiya jinan

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya vê hefteyê ji bo rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Polîtîka de pêvajoya çareseriyê û girîngiya têkoşîna jinan nirxand.

Xwegirtina bi benê azadiya jinan
Cemîl BAYİK

Li avahiya xebatê ya Serokwezaretiyê ya li Dolmabahçeyê, ji aliyê heyeta HDP’ê û rayedarên hikûmetê ve ji raya giştî re pêşkêşkirina belgeya der barê demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka kurd gelekî girîng e. Bi vê daxuyaniyê ve careke din pirsgirêka kurd bi awayekî berfireh ketiye rojeva raya giştî. Careke din hat dîtin ku rojeva sereke ya siyaset û civaka Tirkiyeyê demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka kurd e. Belge hedef dike ku bi 10 xalên hatin aşkerakirin re muzakereyên ku demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka kurd esas digire werin destpêkirin û dawîanîna li têkoşîna çekdarî mîna hedef dide ber xwe.


Belge tê wateya legalbûna Pêşnûmeya Muzakereyên Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd di Mijdara sala borî de ji dewlet û Tevgera Azadiya Kurd re pêşkêş kiribû. Nabe ku hevekoke yan xalek ji wan were cudakirin û derkeve pêş; belge yekpare ye. Çareseriya pirsgirêka kurd û li dijî Tirkiyeyê dawîanîna têkoşîna çekdarî nabe ku ji hev cuda werin nirxandin. Li tevahiya cîhanê ji bo pirsgirêkên bi heman rengî piştî çareserî pêk tê paşê mijara çekê jî çareser dibe. Beriya xwegihandina vê qonaxê ya girîng sazkirina agirbest û bêçalakîtiyê ye. Jixwe di belgeyê de qala bêçalakîtiya were tahkîmkirin û ev rastî tê nîşandan. Heta niha tenê Tevgera Azadiya Kurd gav avêtin lê belê hikûmetê berpirsiyariyên xwe bi cih neanîn. Mînaka herî berbiçav a vê yekê ew bû ku Tevgera Azadiya Kurd piştî banga Newroza 2013’an gavên pêwîst bên avêtin lê belê hikûmetê qet xwe nelivand. Rêber Apo vê carê jî gaveke dîrokî avêtiye. Eger AKP mîna 2013’an vê carê jî vê gavê bêbersiv bihêle wê şaşiyeke mezin bike. Têkildarî beyana ji bo dawîlêanîna têkoşîna çekdarî gavên ku AKP biavêje divê hebin.

Daxuyaniya li Dolmabahçeyê girîng e; lê ji niha de destpêkirina pîrozbahiyên 8’ê Adarê jî gelekî girîng e. Ji ber ku pêngava herî girîng a demokratîkbûn û azadiyê; azadiya jinan e. Her ku xebatên azadiya jinan berfireh bibin wê li Tirkiyeyê demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka kurd jî nêz bibe. Hemû pirsgirêkên demokratîkbûnê bi pêşketina têkoşîna azadiya jinan re wê bêhtir derfeta çareserbûnê bibînin. Azadiya jinan bi pêş nekeve li ti qadê demokratîkbûn û azadî jî bi pêşnakeve. Ji ber vê yekê li Tirkiye û Kurdistanê divê têkoşîna azadiya jinan mîna têkoşîna herî girîng a ji bo demokratîkbûnê were dîtin. Her wiha desteka herî girîng a ji bo têkoşîna demokratîkbûna Tirkiyeyê ji têkoşîna azadiya jinan tê. Ji ber ku azadiya jinan, xwedî karakterekî azadîxwaz û demokratîk e. Pêşketinên di azadiya çînî û neteweyî de yekser pêşketinên di azadiya jinan de pêk naynin; lê belê pêşketina di azadiya jinan de di heman demê de tê wateya pêşketina azadiya çînî û neteweyî. Ji xwe azadiya jinan yekser azadiya civakî ye. Diyarkera azadiya civakî azadiya jinan e. Îsal têkoşîna azadiya jinan bêhtir bi pêş ket û kûr bû. Karakterê Şoreşa Rojava ji aliyê xeta azadiya jinan ve hat diyarkirin û vê yekê bandor li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê kir. Li tevahiya cîhanê zanistiya azadiya jinan û pêwîstiya rêxistinbûyîna wê pêngavên mezin avêtin.

Di vê yekê de keda Rêberê Gelê Kurd a ji bo azadiya jinan dabû gelekî girîng e. Mîna Rêbertiya PKK’ê li cîhanê rêbertiyeke din ê bi azadiya jinan re mijûl bû, jinan veguherand hêza azadî û rêxistinbûyinê tine ye. Rêbertiya rastî ya sosyalîzmê jî bi vî rengî pêk tê. Ji ber ku sosyalîzma xwedî karakterê azadîxwaz û demokratîk, eger bi xeta azadiya jinan were meyandin dikare pêk were. Bi vî karakterê xwe, Rêber Apo rêberê sosyalîst ê herî girîng ê cîhanê ye. Rêber Apo nûnertiya rêbertiya sosyalîst dike. Rêbertiya PKK’ê rêberê hosta yê sosyalîzmê yê sedsala 21’emîn e. Wê mîna Marx, Engels, Lenîn, Mao û Stalîn mora xwe li dîroka sosyalîzmê bide. Hem jî wê kêmasiyên hostayên sosyalîzmê yên berî xwe sererast bike! Rêberê Gelê Kurd xwedî li kevneşopiya sosyalîst a Marx û Engels pêşengiya wê dikirin derdikeve ji aliyekî ve jî bi rexneyên berfireh xabeteke sererastkirinê jî dimeşîne. Rêbertiya PKK’ê herî zêde nêzîkbûna sosyalîzmê ya der barê desilatdarî, dewlet û jinan de sererast dike. Sosyalîzmeke bêyî desthilatdarî û dewlet ji xwe re kiriye hedef. Jehrkuj (panzehîr) a desthilatdarî û dewletê jî xeta azadiya jinan e. Ji ber ku desthilatdarî û dewletê zîhniyeta mêr afirandiye. Çanda serdest a mêr tê wateya çand û serdestiya dewlet û desthilatdariyê. Rêbertiya PKK’ê bi azadiya jinan dixwaze genên desthilatdarî û dewletê ji civakê biavêje; serdestiya mêr, desthilatdarî û dewletê bêhêz bike û bi vê yekê re deriyê sosyalîzma rastî heta dawiyê veke. Bi gotineke ji rêzê bi derbasbûna di deriyê Îştarê re wê derbasbûna sosyalîzma rastî pêk were. Azadiya jinan mijareke stratejîk a azadiyê ye.

Demokrasî jî azadî û sosyalîzm jî wê bi azadiya jinan were sazkirin. Bêyî bingehgirtina azadiya jinan û heta ku ev azadî bi tevahiya civakê neyê serwextkirin, heta ku azadiya jinan li hemû qadên azadî û jiyanê neyê serdestkirin ne demokrasî ne jî azadî pêk nayê. Bêguman sosyalîzm jî pêk nayê. Di rewşa bûyîna azadîxwaziya jinan de mirov dikare bibe siyasetmedarekî demokratîk û sosyalîst. Ji ber vê yekê jî mîna xwegirtina bi benê xwedê divê xwe bi azadiya jinan û têkoşîna azadiya jinan bigirin. Divê vê yekê jî em destnîşan bikin ku bêyî xwedîderketina li azadiya jinan ne dikarî bibî misilman, ne elewî , ne xiristiyan ne jî êzidî. Ji ber ku bawerî jî xwedî karakterên civakî ne, tenê dikarin vê yekê bi cihdayîneke mezin a jinan di nava civakê de pêk bînin. Di rewşa cihnedana jinan û azadnebûna jinan de civakîbûn pêk nayê. Bêyî civakîbûnê jî ne çanda îslamî, ne elewîtî ne jî xirîstiyantî dikare hebûna xwe bidomîne. Herî zêde divê mêr xwedî li têkoşîna azadiya jinan derbikevin. Ji ber ku heta azadiya jinan pêk neyê mêr ne dikare ji gemara xwe rizgar bibe ne jî azad bibe. Ji ber vê yekê jî divê mêr mîna xwegirtina bi benê xwedê, xwe li têkoşîna azadiya jinan bigirin. Ji ber ku azadiya her kesî di vir de ye. Yên ku jiyana sosyalîst, demokratîk û azad li cîhanê nêz kirin û ji bo azadiya jinan têkoşiyan bi rêzdarî silav dikim, 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi coşeke mezin pîroz dikim.

Çavkanî: Azadiya Welat, Yenî Ozgur Polîtîka

Güncelleme Tarihi: 05 Mart 2015, 14:48
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER